A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Çiya Mazî - Em Ji Te Hez Dikin Lê Tu
236 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Çiya Mazî - Em Ji Te Hez Dikin Lê Tu

Em zarokên te bûn
Te em avêtin ber derî û kuçan
Te ne got:
Vana ji bedena min in
te kela xwe
Li ser serê me rijand
Bi nakokiya biyanan
Hero şîn û girî
Ne me ji dil got yadê
û ne te got: zarokên min
Em bi hisreta himbêza te man
Lê tu...
Te tucar rûyê me maçî nekir
Tu car hezkirina xwe
diyar nekir bi dilgermî
Hêstirên te nexuyabûn ji bo me
Qey te bera hundirê xwe
Dida, yadê...!
Bêje..
çima te ne digot
Ez ji we hez dikim.
Qey te fedî dikir
Ji perçên kezeba xwe
Qey te nizanîbû
Em li ser te mirî nin
Te kêfxweşbûna me pir
Didît
Te nedixwest em bibin bûk û zava
Te nedixwest em xweş bijîn
Ji bo çi yadê...!
Lê bavê me
çiqas kişand ji destê te
Kalikên me
çima we
Toreya civakê
Li ser serê me girê didan
û em hiştin nîv mirov
çima...
çima hê em xeyidînin
Ji hev û dû
Dîsa em bang dikin...
Destên xwe veke
Em xwe bavêjin
Himbêza te
Bila bisekine lehiya hêstiran
û ev hisret bi me re nere
gorê... dayika min...!
1997