A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ciwan Nebî - Zarokin Pijiqandî
141 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ciwan Nebî - Zarokin Pijiqandî

Reviyayî ji xelîtkên bavên xwe
bajar serbestiyek ji ferhengan derdixin
û li qeraxên kolanekê,
di meydanekê de
bitenê di bîreweriya xwe de vedihisin
zarokên kurda ne
tu ê ji sixêfê wan nas bikî.
Reş dîroka te ya li riwê wan belavbûyî,
nav tiliyên wan
yên û avê ji hev xeyidî de
wê çendî bi te giran be.
Zarokin weke porê xwe gêj
li bajaran rojên xwe boyax dikin,
bi firçeyan zaroktiya xwe dimalin
û çavên wan li te ne
tu ê çi bikî
ji pêvî çend kufiriyên
ji qehra û derbas bibî?
Wê xwe zer bikin te
û tu ê jinişkave lingên xwe
li ser maseyeke bi qasî temenê wan biçûk bibînî.
Wê sîka wan bi buksan bi xwe bikeve
ta westandinê ji te peya bikin
û ta xwe di solên te de bibînin
wê wan biçirisînin
û binihêrin çawa diya wan
ji riwê wan bar kiriye.
Na nagirîn zarokên
ku xar û heftokên xwe li gund hiştî,
ne jî li hêviya te dimînin
ta tu bi çend diravan
darên bavê wan hilînî.
Zarokên gunda ne,
li ser qeşa bajar
bi kenê xwe re dişemitin,
êvaran bi zor malê xwe ve…..
êvaran malê xwe ve…….
êvaran bi zor ser xwe ve….
êvaran bi zor ser malê xwe ve dibin
malê wan yên dûûûr
weke qeraxê kolanên
ku her sibeh maseyên xwe li ser wan dideynin.