A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ciwan Nebî - Teqîn Lihev Dixin Bajêr
140 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ciwan Nebî - Teqîn Lihev Dixin Bajêr

Teqîn lihev dixin bajar,
civîkên li esîmanan,
kevokan, rêyên kevokan !!
Tu ê çi bikî
ji pêvî ku kevokek biterqî bi aliyan de?!!
Bi aliyan de diterqin term
xwîn, parçeyên terman
û dilê te ji te dikeve,
qidûmên te jî !!

Rûniştîyî tu, çixareya xwe dikişînî,
diramî, yan dixwî,
û dengek te jihev dixe,
weke bagerekê,
çerqîniyê ji pencereya te tîne
dihejîne mala te,
weke ku bi ser te de bikeve,
çendî tu dûr bî,
tu hest dibî ku dilê te hilqetiya,
çiriya zemîn, tu pekiyayî, çûyî.
Kêlîkeke dirêêêj ji te re dive,
kêlîkek e
û tu ê spasiya zexeliya xwe bikî,
ku di xew de dereng mayî, neçûyî kar,
spasiya xwîn tehlekî bikî,
li ser rê pêrgî te hat,
bi pirsên xwe hiştî ji teqînan,
ji mirineke bêqidoş,
tu ê birevî,
qîr bikî,
bigrî
û li dûmana teqînan binihêrî
çawa bi canan re hildikişe esîmanan,
winda dibe
bi canan re,
dûûûr, dûûr dice…


Birûxin teqîn,
bijîn çivîkên me yên bizdehayî…