A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ciwan Nebî - Rêyên Bîranînan
60 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ciwan Nebî - Rêyên Bîranînan

Weke ku kesek rêyan ji bin lingên te bikişîne.
Tu hest dibî nuha.
Dibe leza te be ku bigihêjî.
yan ketina te be ji te.
tu diçî, bi lez.

Hinek ji te li paş te dimîne
hinek ji te têrê dike
ku helbestvanê di hundirê te de biveciniqîne,
hişîyar bike zarokê ji destê te rijîyayî
li ser van rêyan.
Ev rê bi xwe ne.
Helbestvanê di hundirê te de dibêje.
Rêyên zaroktîya te,
rêyên dibistana te li bîra te tên?!

Xwehir hîna
weke ku derketibin seyranekê
radihêjin te, ber bi zaroktiya te de,
ber bi bîranînan de te dibin,
tu kûûûr dibî
û çavên xwe li darên tiwan
yên li ser qeraxan digerînî,
li dikana şekiran ku di qurçika rê de bû
li rastî bîranînan,
dema westîyayî ji dibistanê vedigeriyayî,
çavên xwe li dibistanê digerînî
ku li dawîya van rêyan bû,
berî merxên ku weke dilê te hişkbûne.

Rê diçin
raxistî li dibistana te dizîvirin
vala ji te,
ber bi lîstik û hevalên te de.
Rê diçin zaroktîya te, diçin te.

Tu nuha nema diçî mala hevalê xwe
ku nû, li taxa dibistana te niştecîbûye.
Tu nuha diçî taxa bîranînên xwe
li rêyên
ku te dibin demeke din di hundirê te de
û bayê ku bi ser riwê te de dibare
çûkên hişê te bi esîmanan dixe
te jî, te tevî.

Tu nuha bêhna zaroktîya xwe dikişînî,
xwe didî hev ji nav bîranînan
û herîya rêyên dibistanê
ku hîna zivistanan
li der dora golan kûr dibe.
Golên ku bi mezinbûnê re
fêrbûyî xwe ji wan biparêzî
ji ketina di wan de!!
Tu nuha ketî yî golên bîranînan de
û li rêyên bîranînan digihêjî tu gihiştî ku?!
Helbestvanê di hundirê te de qîr dike.

*Bi destûra helbestvanî ye.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?