A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ciwan Nebî - Di Cengê De
197 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ciwan Nebî - Di Cengê De

Di cengê de
dibe mêr bimrin bi nexweşiyan,
binav bibin mêr,
dibe bihewirin jî teksiyê wan .
Di cengê de
dibe mêr bimrin ji şîniyê,
ji dûrbûnê,
ji hezkirinê
û gulle xwe bikujin ji qehra,
dibe gulle ji kînê,
zuha xwe bidarve bikin,
li esîmanan…

Di cengê de
dibe gulleyek were hevala te,
tu bibezî gulleyê,
hevala te bibeze te.
Di cengê de
dibe gulle derbas bibe,
vemire,
êvarê dibe hûn evîna xwe kuştî
bi heman gulleyê bibînin…

Di cengê de
û tu dibezî xwe, reviyayî ji gulleyan,
dibe tu li xwe bilukimî,
sor bibî, xuhdana te !!
Dibe tu li rastî dîwarekî werî,
te ji gulleyan biparêze, te ji te jî.
Di cengê de
dibe tu bela serê xwe bî,
li paş dîwar dibe li esîmanan binihêrî,
bihejimêrî gulleyên temenê xwe,
yek bi yek, bêhn çikiyayî.
Di cengê de
dibe tu li ku bî û dinya li ku be,
bi xur xura gulleyan re
dibe li paş dîwar nivîsandibin
ku çixare
zirarê digihînin tendirustiya te…

Di cengê de
dibe dengê telefona te
bêhtir ji dengê gulleyan te bitirsîne…

Di cengê de
dibe nameyek were ji te re,
mîna ewrekê,
tu bibezî nameya xwe
dibe gulleyek were ji te re,
were ji laşê te re,
were bîranînên
di hundirê te de mayî.
Di cengê de
dibe tu bi gulleyê hest nebî
dema nameya xwe bixwînî,
rojên xwe yên çûyî li bîra xwe bînî.
Rojên şêrîn,
dibe tu bikenî,
bigrî.
Di cengê de
dibe kesek tiştekî
ji te fam neke,
nameya xwe bixwînî
û toza xaniyê
ku li çepî te diherife
ji ser gotinên nameyê bimalî.
Di cengê de
dibe ji hin gotinan hez bikî
ku berê te ji wan hez nedikir,
xwediyê wan li bîra xwe bînî
û bêdeng bibî.
Di cengê de
dibe ji xwediyekî hez bikî
ku berê te ji wî hez nedikir,
li hêviya nameyekê ji wî bimînî,
yan gulleyekê.
Di cengê de
dibe nameyek were ji te re
hişktir
ji gulleyekê …