A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ciwan Nebî - Çi Vala Ye Qehwexaneya Bajêr
249 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ciwan Nebî - Çi Vala Ye Qehwexaneya Bajêr

çi vala ye qehwexaneya bajar !!
şeveke wilo
te maseyeke vala nedidît,
ne jî karkerek,
bi desmala xwe paqij bike maseya te,
berî qehweyê.
Qehwexaneya ku TV î vênedixist
ger Riyal medrîd
bi Berşelona re nelîstiba !!
Nuha bitenê karkerek li wê maye,
nûçe bi nûçe TV yê
bi desmala xwe paqij dike,
nûçe bi nûçe
ber bi maseyan de dibeze
û kesekî ku bang li wî bike nabîne…

Bitenê dînê bajar li bajar dimîne,
xwas, di şevên sar, xurxura gulleyan…

Wê li ser çi bitirse ?!!
Ne zarokek li pey wî,
ne kişwerek ji pêvî bajar,
kêferata ku dike !!

Qîr dike kesên ku bajar bi tenê dihêlin,
weke ku aqilê wî
yê mayî bi xwe re biribin, bêçixare mabe !!

Qîr dike li bin baranan,
li valahiya derdora xwe dinihêre,
li rêyan,
li bajar,
sîwana herî nêzîk dibijêre
û radize weke ku tiştek nebûyî !!


Ceng sibehan radiweste,
tu dikarî li şoban guhdarî bikî
ger jinişkave li çepî bajar teqîn çênebe,
nehejîne pergalên bajar,
bi xwe re xwaziya te bi dînbûnê jî.
Dikarî li Feyrûzê guhdarî bikî,
bilind bikî tembûra Lawê Remo,
bigirî govendeke kurmancî, germ.
Ceng bi şev e, min ji te re got,
li jinan binihêre cilên mêrên xwe yên şuştî
bi têlan ve didaleqînin,
binihêre, wexma cengê, direve,
tivingên xwe paqij dikin mêr,
çaya xwe vedixwin, li zarokan binihêre
qelpaxê gulleyeke vala li kolanan nehiştin_ ev
lîstika wan ya nû ye, ez jî û weke zarokekî
her têkçûyî me, kêmtir ji hemî hevalên xwe
gulleyên vala didimhev !!


Bajar bi xemgîniya êvara xwe
riwê xwe dipêçe,
kolanên vala, dengê bêdengiyê,
bi tevî şûna bîranînên koçberan çi te têşîne,
çi te têşîne bajar
û ew xwe amade dike bo cengekeke bi şev,
çi te têşînin dergehên girtî,
zarokên ku bi tevî tirsa xwe radizin
û xumxuma bahozan li ser derên qeraxan,
kêlîkên herî hişk…

Bajarê biçûk ku li heman kolanê,
heman rojê pêrgî heman kesî dihatî
bajarê ku çendî hewil dida,
kesek li wî winda nedibû
bajarê dûûûr, teng
wê çawa karî be rahêje barê cengê ?!!
Wê çawa têra firehiya cengê bike?!!


Bav navên xwe
li zarokên xwe dikin
dema diçin cengê !!

Bav navên zarokên xwe li xwe dikin
dema ji cengê vedigerin !!