A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ciwan Dêrikî - Nexweşxane
135 Xwendin
6 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ciwan Dêrikî - Nexweşxane

Daket"me nexweşxanê çi term û cendekin ev !
Nasax û mirî, dêmin ziwa, zindane,yan şev?

Pisporekî ronakê divêt, saz bike kembax,
Tixtorekî jêhatî bihindur, çi şekir lev !

Destê xwe bidit jan û birînan, bibe melhem
Hew bencê bikar bînê, me azakê ji çarçev.

Terman bide alî, nexweşan yek-yek derîne
Kuştarê ji nifşan ra birêsê, bibe berdev.

Yek-yek kujeran dax de, nema kes wan bixape
Wek şaneka hingiv bin.. tekoşîn yek dil û dev.

Avake bi bingeh, lê kelatek xurt û asê,
Pakî neke ew firtoneyan, bahoz û bandev.

Ragirtî li ser qadê, beramber serbilindî
îskender û Napolyon çine.. kawa werin hev?

Sar û seqema girtî mejî, can.. tav û têhn ke
Zeytûn û genim, petrol û pembû dikevin dev

Nifşek were der.. birçî li zanîn û xwezayê
Teknolociyê têr be, çi dîware, çi bendev !

Vîndarê sirûd û kavilên Mîtan û Mîdan
Xemxwarê ziman û toreya hatî li hendef

Axa *we çirîs, nander, ku îro maye birçî
Pêwîste bi zanistî vejîn be, bibe rojev.

Dîsa xwe bibînê. rahejê al, lê bi dest min
Hevsar nedî yê destê mi gez kir, ew be.. yan ev.

Paşroj bibe sayî,** Dê kiras reng û çi gulgul !
Ronahiya zerdeştî vedê, vegrê cihan tev.

Dêrik biçe Efrîn, ta bi Zorava bi yek deng
Hevrê bi birayên xwe re, em saxin digel hev.

Bextê me bixwîne falkerê raz û derûnan
Mizgînê bide: *** ( kabê te mîr hat ) hilde qerqef.

Hêvî ji civakê namirê, çendî felek xwar,
Dara ji xunava pakrewan şîn, me didê hev.

*we: weha
** Dê: dayik
*** kab: leyistikeke kevne, bi kabên (hestî ) berxika dileyistin.
Yê kabê wî MîRwere ew yê herî serketî û sûddare.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê