A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ciwan Dêrikî - Ez û Yar
203 Xwendin
7 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ciwan Dêrikî - Ez û Yar

çav reşê bejna zirav ger carekî bêt pencera
Bireşîn cerg û hinavan hin ji tîrên çepera
Wan çi pêşwazî dikim xweş, didme ber sing û bera
çend dikarê kulbikê can, pê xweşim j`wan dilbera

Singe min tîrgeh ji bo yar, her dibarin bar bi bar
Êş û jana wan hevalin, lev dibanin ox û zar
Ez dizanim mêrkujê nadê mi carek ew bihar
Xokujê derya evîna wê, pelasîskim di ar.

Ev cihan têra mi nakê ger ji min re dil vekê
Dê neçarî bikme çarî, sal di nêva rojekê
Jêr sitêran dikme ristik, heyv di nêva xalekê
Tang û topên kujmirov..wan didme dora çekçekê

Bejn û bal rewrewke, sîtav, çend dibim nêz dûr diçê
Wek şivanê destevala bê bilûr û tûr diçê
Hêvî û xewn û xwezî ber ba ketin, lê şûr diçê
Kuştî û girtî dibim hêj vîn di dilde kûr diçê.

Dilbijim dilber firişte, dilgirê çava me ez
Naxweşim dilber nivişte, canfirê dava me ez
Dojehim dilber bihişte, xwênerê nava me ez
Serxweşim yar bê tenişte, şah ezim, zava me ez
Helbestên din ên Helbestvanî/ê