A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Çîmen Murad - Aramî
259 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Çîmen Murad - Aramî

Arama min tê
Hêrs û hebûna min tê
Bi daykên dûkelêz girtî
Yên li ber tifikan
ji koziyê nanê sêwîyan dipêjin
Bi ciwanên li ser lendanan pûnijîn
Li gundên koçkirî

Bi pînê li ser çokê min
Bi palosên gewdê birîn nuxamtî
çaroxa di lingê min de
Qemûşkên li binê çeltê min
Yên ji parsa dergehê xan û eywanan hatî hev
Aramiyê didin min

çingal û kuling ji min kuh bûne
kulab û mîxê zindanan bizdane
Di cendekê min de hew diçin xwar
Ji min têr bûne
Efendim,Seyidî
Bûne Fatîhe li ser zimanê min
Merşa cenga Sînator û kompradoran
Saz û awazên minin
Nimêja li ber putxaneyan
Di sikak û kolanan de li dare
Singa min bi zuxuran ve meritî
Dev li axim.
Berevajîye zimanê min
Neşaze awaza min
Heta li ber yezdanî jî çîroka min asê maye

Cejna mine Se-id Abad û Hilfa Bexdad !
Sersala mine dagirkirina welatê min !
Govend û sema mine li koz û kozaxê xêbetên şînê.
Nîşan û xelata minin
Mîdaliyên Efleq û Ataturk !
Agirê xilasî û demsala mine
Hiciqandina zar û zêçan li sikakê Qamişlo
Dayik ji kuran bê dûnda mane
Yan girtî ne û yan di dora xwesotinê de ne.

Gelo ma ezim bi vê sebr û aramê????.
Na, na, na
Bi qewite ev jiyan
Qet ti carî ez ne evim
Xwedî dîrok û qadim
Rewan û zanist û ircim
Gelim, miletim,netewim,Mîdîme
Memim,zînim,cizerî û xanî me
Goranim,Se-îd û Qazî me
Bedirxan û Riza, berzencî me
îhsanim, Barzanî me
Birca belekim
Xana dim dim im
Mezlûmê hemdemî me
Agirê Bêrîvan û Ronahî me
Qijilyê sînema Amûdê me
Warisê şehîda me
şagirtê Apo me
Evim ez, evim ez, evim ez

Belê
çi bi destê we ve hatiye hîn we nekirî
Hey dijminê mirovahiyê
Qisûra we qet nîne
çimkî mirovê çi gazinda ji kurê Qebhetgerandiya bike
Faşîst lome qet jê nabe
Enceq arama min tê
Bi ziman û zardevê min
Bi gund û şarê min
Bi gunehiya miletê min
Bi nav û nîşanê min
Bi cejn û sersala min
Bi jar û belengaziya netewa min
Bi artêş û rêberê min
çimkî kurdistan dikevê destê min.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê