A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cîhan Roj - Tu û Helbest
346 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cîhan Roj - Tu û Helbest

ji rengê porê te xeyalên min hene
ba lê dixe li pelên ketî yên zerik
naxwazim ji dest û pê de bikevim
lê haya min ji gavên min tuneye
beden bi min giran bûye
dengê dilê xwe dibihîzim
li te vedigerim
tu, ya ku dûr
li ber çavên min, helbest dadipale ji hinarikên te
tu ne li vir bî jî
helbest li vir e
tu werî jî êdî zor e helbest biçe
wê helbest jî nikaribe dest ji te bike

*Bi destûra helbestvanî ye.