A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cîhan Roj - Te Digot
183 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cîhan Roj - Te Digot

Te digot ez deng im.
Ka sewta te?
Te digot ez dil im.
Ka kilam û helbestên te?
Te digot ez yar im.
Ka bextê te?
Te digot ez jan im.
Ka, ka kenê te !
Te digot ez silav im.
Ka, ka qasidê te?

*Bi destûra helbestvanî ye.