A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cîhan Roj - Pirsên Qirêj Ji Avê Dikin
146 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cîhan Roj - Pirsên Qirêj Ji Avê Dikin

ji avê re bêjin
pirsên ku bête kirin êdî neman
pirsên ku li ser rê li benda qirêjbûnê ne…
ev tirsek e
heya ku av karibe paqij bike;
ê ew pirs ji ba, ji axê, ji hewayê bête kirin,
her roj!

ji avê re hûn bêjin
pirsên avê hene
pirsên paqij ku dixwazin gemarî bibin
ev jî tirsek e
bêyî pirsan, dixwazim ber bi avê ve biçim

*Şairî ji me re şandiye.