A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cîhan Roj - Helebçe
249 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cîhan Roj - Helebçe

ne hewr bûn dibêjin
diranên marên korbûne jahr
mirin, ma wexta kêfa te bû te kêf dikir!
tu hê jî li destên bi hine digerî,
li dilên piçûk,
li jinên bi tîna mirazan distewin...
ew kî bû rahiştibû temeziya ji jarê
bi govenda meytên sar şadibû!
kî bi diranan hêlkana ‘Miriyên Adarê’ dihejand!
û jar vedirişiya,
maçên zarokan di axa sar de veşart!..

17.03.2001, Piştî hêsrên Berzan...
*Bi destûra helbestvanî ye.