A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cerdoyê Esed - Dibêjin
984 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cerdoyê Esed - Dibêjin

Dibêjin, ku gul bedew in,
Te gula ra nakim heval,
Ba lê dixe belg diwarin,
Te gula ra nakim heval.

Be'ra belek zehf bedew e,
Lê cew û çem jê dikişin,
Ez dixwazim ji çevê te,
Tu car hêsir jê nebarin.

Dara çinarê zahf rind e,
Bejna tera nakim heval,
R'okê dibe darê bibre,
Bi birekê darbirê kal.

Dibên hîv ji desta dûr e,
Lê dêmê te hê bi nûr e,
Bengzemîşî hîvê nakim,
Leke dêmê wê qisûr e.

Tu bedew î, bê qisûr î,
Terzê ava kanya zelal,
Ku bi qur'na jê tê xulîn
Ew e layiq te ra heval

*Tîpguhêziya ji kîrîlî: Yehya Omerî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê