A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Çeper Bavê Kawa - Xwezî
196 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Çeper Bavê Kawa - Xwezî

Xwezî şêrîn tu ya mi ba
çandî li ber çavê mi ba
Ya min û te dixwest biba
Hingî çi´dba bila biba
* * *
Li pencera mim şîn biba
Bihar ji nû wê şîn biba
Dilê´m ji nû wê jîn biba
Hingî bila ez dîn biba
* * *
Xwezî mûk ser lêva mi ba
Da her li ber bihna mi ba
Yan yek ji yê singa mi ba
Ti nêzîkî dilê mi ba
* * *
Xwezî şêrîn min karî ba
Navê te ser dil danî ba
Bila îdî ez xwînîba
Ezê dil xweş û şadî ba
* * *
Xwezî te xwe l´dil pêça ba
Kezyê te ez girê da ba
Di nava pêla bela ba
Gemî çû ba ez hêla ba
* * *
Xwezî em hevsiyê hev ba
Her ez û te li cem hev ba
Jiyana me tevlî hev ba
Kul û gaznê me ji hev ba
* * *

Xwezî tu kevoka şîn ba
D´refka dilê min danî ba
Ez bi sed derb û birîn ba
Wek Memo bama tu Zîn ba
* * *
Xwezî bihara mi tî ba
Barana te l? ser barî ba
Cîhan tev li mi gurî ba
Tenê çavê te hêvî ba
* * *
Xwezî şêrîn ez yê te ba
Nan û ava me tune ba
Bila kes l´dora me ne ba
çavê te wê besî min ba
* * *
Xwezî em kil û kilçîv ba
Ez şemal ba tu agir ba
Ser serê min pêt û gur ba
Dilê min tev ji xwer bir ba
* * *
Xwezî yar em j´hev ne dûr ba
Em wekî têl û tembor ba
An jî wek lêv û bilûr ba
Yan em wekî mil û tûr ba
* * *
Ger dil ji min ne tejî be
Vîn ne pêl û ne lehî be
Ger giyanê´m bê hêvî ba
Te sêdara mi danî ba
* * *
Xwezî l’ Wan em du masî ba
Ji Diclê re du kanî ba
Li Qamişlo du zevî ba
Yan du kew l’ Gelyê Elî ba
* * *
Xwezî tucar xwezî ne ba
Destê yara j´hev vene ba
Gel azad ser xaka xwe ba
Welat hemî yek parçe ba
* * *
Ez û tu tê de fira ba
Li zozanê wê gerya ba
Dil li ser singê ava ba
Lîsê me refkê çiya ba
* * *
Bihna welêt li me çû ba
Xwezî wê j’ bîra me çû ba
Merqa mezin li dû ba
Hingî tenê mirnê zû ba
* * *
Helbestên din ên Helbestvanî/ê