A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Çeper Bavê Kawa - Candan Bi Berzanî Didim
118 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Çeper Bavê Kawa - Candan Bi Berzanî Didim

Serokekî bengîn û balkêşî
Hingor û dil sozî û dilêrî
Tu her hîmdar û tu her lîderî
Tu ber pirsiyarî û rêberî
Dîrokek zêrîn û perwerî
Tu her tacî û liser her serî
Binav ti lîsta pêncî û çarî
Tu kesk û sor û sipî û zerî
Tu dengê Helebça birîndarî

Tu her berêzî û ser firazî
Tu bi agahî û bi rêbazî
Tu pêşmergeyî ti her dozî

Tu dengê Kerkûkî û yê enfalî
Tu Zêwa û Xormal û şingalî

Pêşerojî têkoşer û vînî
Go vaye Gulan û hem ÊLûnî

Bi bexş û biristî tu serokî
Kesbûnek bi helkêş û hemdemî

Tu hebûnî û tu nasnameyî
Ji bo zanistiyê tu zangoyî
Tu dîrokî û jiyana Kurdayî
Ji mere tu bavê Giyaniyî
Tu berlemanî û fidraliyî

Tu her perojî bi avedanî
Tu dengê gelî tu Kurdistanî

Tu dengê her şehîdê windayî
Li bin qûma çol û bêlanayî
Sipas li ala li wa pêçayî
Tu mafê zarokê şehîdayî
Tu warê cegerxwîn û şêxoyî
Ameda şêx seîdê paloyî
Tu cizîriyî û ti xanê yî
Tu bedirxanî û ti nehriyî
Tu dengê Ihsanî û Simkoiyî
Tu şêx Mehmûdî û ti Leylayî
Ti Maşûqî û ti hem Qazî yî
Tu kata Mistefa Berzaniyî

Va lîsta delal lîsta kesk û zer
Ya gelê bin dest sipî hesp li ser
Wekî buraqa nebî pêxember
Xizmet gûzarî bi zêr û gewher
Bi xwîna şehîda gula daye der
Ji guristana şehîd werne der
Deng bi xwînê û erê her û her
Ji bo Berzanî serok û rêber

Eve roja go qenca diviya
Bi yekîtiya herdû partiya
Gel hemî pê bi kêf û şahiya
Simbola kurda her Berzaniya

16/7/2009
Helbestên din ên Helbestvanî/ê