A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cemîl Denlî - Xunav
249 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cemîl Denlî - Xunav

Cara çendan bû şûv hiştibû dil
Bayê reş bi wê de nebiribû tu ewrên baranê
Li ser heyva rû
Hêsiran xwe digihandin îskeîskan
Keser li çardeh bû

Ma kê dizanibû êş çi qasî kûr e
û xunav çawa tên xwarê
Gava ku çav xwe ewr girêdin
Du caran qala yek tiştî kiribûn jê re
Bextê wê û yê welatê wê