A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cemîl Denlî - Teyrên Bêhêlîn
249 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cemîl Denlî - Teyrên Bêhêlîn

Teyr hene
çêlikên wan li rastê
Bi nikiJan laşê xwe dixurînin
Perik û kum jê diweşin
Perçiqiye hêlîn
Yan xwe wisa dîtine
Ji pirça ku lê rabûye
Diyar e ku ne ji yên din in
Ew teyrên bêhêlîn in
Jar û xemsar in
Ne ku li genniyanan digerin
Ji ber birînên xwe koç dikin
Ji ser êşekê difirin
Li ser a din datînin
û dîsa difirin ji ciyê ku kêlîka din lê danîbûn

Dieciqin di navbera esmên û erdkêşê de
Gava birçîbûn laşê wan giran dike
Nizm dibin ber ve axê
Li danînê kuliyekî bibînin bextê wan çê ye
Li benda yekî din bimînin digewixin

Nikarin du qirşikan bidin ser hev
Serê daran zindiyên bibask
Binê zinaran mar û keftar girtiye
Di ser welatan re baskan lê dipêçin
Bi xwe re digerînin çêlikan
Biyanî diqîrin

Dengê xwe
Rengê xwe
Biçûk dibînin tira baskên xwe
Ji hev hez nakin
Mêşek di navbera duduyan re difire
Bi hev dikevin dibin baz
Ku tebayekî din dirêjî wan dike
Pepûk in

Kêlika bihevşabûnê ava reş bi çavan de tê
Rê winda dikin
Sibehê roj
Êvaran şev li wan digere

Ku yekî bask li têlên zemên dikeve
Serê navxweyî ji bîr dikin
Kêfê lê diqewitînin teyr û teba
Yek nikilekî li sêrî dixe
Dipeke ber lingê yê ku bi teriyê digire
û dîsa çeng dike
Di nava rimilkê de
Xwe rast dike baskê sax
Refê wî lê dinihêre ji dûr ve

Piştî vê mîhrîcana wekî her roj
Tevî bargiraniya jiyanê
Bilind dibin dîsa bi yekî kêm
Bêderbûna wan pê re
Diqulibin pişt behran

Ravgirtî li esmên
Spî dikin hebên birincê
Cit radibin heta ser ewr
Bask vekirî
Disekinin bêhnekê
û bi xijîn xwe berdidin ser şiva keskesorê
Li nêzîk mîna ku henekên xwe pê bikin
Bi erdê re difirin
û dîsa wekî berê
Berjor dibin bi teqlan

Xwêdan lê sar û sivik
Xwe berdidin ser reşayê avê vexwin
Bi nikilê pêşî re
Mirûzê xwe dibînin tê de
Vediciniqin vedikişin ji wir

Kefenê reş li ser bedena wan
Beriya wextê xwe tê şev
û devên xwe vedikin newal û gelî
Zûrîn û wîqewîq
Xuşîn û terqîn
Bi zimezima bê re
Kêreke kalanî ye her xiştîn li zirêv
Bê serî digerin zindiyên xeybê

Melisî li ser xeta mirinê
Vedilîzin her ku qîrîn bi yekî dikeve
Li berqefkan
Li binê hezazan
Digerin serê sibehan li ser perikên hevalan
Ku duh vî çaxî henek bi hev dikirin

Bi ya wan be
Ku carekê firiyan û pê ve
Nema xwe daynin
Rûyê erdê rûyê mirinê ye
Bizanibûna ji kû tên
Wê bizanibûna bi kû de diçin
Polîpoşman difirin ku bigihîjin erşan
Tarî pêşberî li wan dike
Li vegerê xwe didin qeraxa avzêlan dimînin

Xêmexwaz e her reşê ji binê konê şevê derdikeve
Bi tasewas guh
Ji derdorê
Hêvî xumam digire ser şîlaqa çavên bihêsir
Emrê çûyî
Ev çend wext bû
Ji bîr bûbû çêkirina hêlînekê
Hêkên wan ber bê diçûn...
çêlik ji yên din re mezin dibûn
Baskan digihandin devê mirinê
Ew ê li ser kîjan xewnê
Bi kû de biçûna
Ji nû ve diçin ser hev çav
û bi wî hawî dilûsin li ser fikaran
Teyrên bêhêlîn têyrên bêhêvî ne