A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cemîl Denlî - Na
221 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cemîl Denlî - Na

Vê sibehê ji mêj ve
Mizgîniya nayekê gihiştiye min
Nayeke yekser
Ku yek jê şevek nîvê şevê
Di deşteke welatê min re dibihure
Ez pê dihisim
Ji ber ku na ye

Na
Yek mirinekê dike
Ya din jiyanekê
Gava ku hat û te naya xwe kişand
Ew ê ji her duyan li yekê rast were
Lê ku çong li te sist bûn tu ricifiyî
Heta emrê te hebe
Tu yê stûxwar bigerî li nava erêyan erênayan