A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cemîl Denlî - Ew Tav Leylan û Çavên Te
1214 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cemîl Denlî - Ew Tav Leylan û Çavên Te

Ne ew tav bûya
Min ê çardeh qirnan
Av vexwara ji wan her du kanîkan
Ew tayên porê te
Min ê di hemû çepera dil de biçanda
Bi emeletî xwe hilkira heta çongê
Bêr di dest de
Di hênikahiya her sibehên xwedê de
Av bidaya

Wexta ku te got "hezkirin bi te re nemaye"
Kelemên peyvên te li kezeba evîna min ketin
Xwîna lokekî jê çû

Ne ew tav bûya
Evîna min a birîndar nedibû leylan
ûli ber çavên reş winda nedibû

Ew çav talde bûn
çilê havînê li ber siya wan
çilê zivistanê
Ji ber pûk û bandebê tê de distrîm

Te got "hezkirin bi te re nemaye"

Ez ê rahêjim şûr û mertalê xwe
Behrîbelek ji mîrze mihemed bixwazim
û derkevim seyda peyvên ji çavên elsayê re nehatine hûnandin
Berê xwe bidim paş çiyayê qaf

Mirin ketiya çavên min
Bi xezebeke mezin
Rişmê li behrîbelek berdim
û bi çiya û geliyan kevim
Di ser lat û zinaran re
Gur û wawîk
şevreşk û cin
Veciniqin ji agirê ber lingên hespê min

û ku hê jî kela min nerijiya
Ez ê bibim mihemedê seîd axa
Xwe berdim binê sînema amûdê
Sisê bi sisê
çar bi çar
Zarokên kurdan hembêz bikim
û dîsa vegerim
Yekî din
Yeke din xelas kim
Heta ku textên bin lingên min herin xwarê
û ew bibe cara dawîn
Ez jî bişewitim tê de

Ez ê bi gelek peyvan evîna xwe nexş bikim
Dilê xwe pê ve bikelînim
û bi xwîna xwe rengerengî bikim
Bînim diyarî te bikim
Ku dîsa evîna min bû leylan di binê wê tavê de
û ji her du çavên sayî winda bû
Wê çaxê ez ê xwe cara bîst û nehan bikujim

Bila te hay ji evîna min hebe
û zanibe ku ya evîna min dihelîne
Li ber çavên reşbelek winda dike
Ew tava ji kelkela dojeha mirovatiyê dertê ye

Meytê min avêtibûn binê pira diêmê
Xwîn kiribûn ava zemzemê
Piştî ebabetê vedixwarin
Hatim di vir re derketim
Wexta ku te got "hezkirin bi te re nemaye"
Bê nifir û bê fatihe
Emirqutî bûm
Mirim

Min dev ji nivîsandina pirtûkan berda
Ez ê qelemê di ser dil de cit bikim
Zarokê dayikeke bindest im
Peyv zû li min dikeve
Ma sê dem û nîv emir
Ne hindik e ji te re qera min

Ez serê xwe li kîjan kevirî xim
Kîjan risteyên bi ber çavên tîrêj neketine
Birêsim bi vê bêkêriya xwe
Helbest rezê xelkê ye
Ê min mêwek jî nîne

Ew çavên te
Ku çav lê diketim bedewî dibûm
Dev ji nage û lokê xwe berdida
û êrîş dikirê li wê çola xwedê
Bi hêviya ku tîna xwe bişikênim

Wexta ku min fêm kir
Elî û welî xelîl û celîl e
Nema hewce kir ku herim
Ne dêrê ne mizgeftê

Ez ê bikim haho
Heta ku dengê min bi ser ezana melê
û zengilê dêrê keve
Ez ê sîpanê xelatê xera bikim
Heyfa siyabend li erdê bimîne
Stenbol wê bide ser şopa sîpan

çelqîna şîrê satilên te
Mizgîna biharê
Bereketa bêriyê bû
Kefa ser xilolîkên berfê

Ew peyv li min ketibû carekê
Wê şevê
Digel misilmaniya xwe
Min heft celeb mey
Du pakêt cixare
çar pênûs
Du tomar kaxiz danîn ber xwe
Bi ser de jî
Deng û awazên mihemed şêxo

Min meya xwe vexwar
Cixare qedand
Pênûsê kaxiz alast
şirîta "ay lê gulê"
Qulibî û hey qulibî
Jana min kêlîkekê serê xwe daneanî
û raneza

Ez ê pênûsa xwe bişikênim
Kaxiza xwe biçirînim
Qerfa xwe binax bikim xortxapînokê
Bila ew dil dunig lê nexe
Amed bi bêbextiyê nehise

Ez destevala marne
Bê qerf

Ez ê serê sibehê rabim
Xwe girêdim
Solê di pê xim
Pêlên mirovan biqelêşim
Berî bidim mala kawa nemir
Li dêrî xim
Xwe bavêjm dexlê wî
Ji bo ku hest û jana min
Li ser baskên helbesta xwe bike
û paşê bînim
Bifirînim
Bila bê xwe li ser dilê te dayne

û ku hê jî tu ji min bawer nebûyî
Ez ê çavên te biterikînim
Bi ser de jî
Nema qala azadiyê bikim

Mêjiyê min kuçe bi kuçe direve
Ji ber himehima dilê min
Duh
Li ber lingê dayika xwe penaber bûm
îro jî li vir
Ji ber ku li pey evînê digeriyam

De ka were canê
çavxezalê
Bêje ku min ev peyv ji ber êşa dil
An ji ber tiştekî din got
Devê min xelitî
Ez ê têkevim baxçeyê her helbestvanî
Riya xwe bi ser ê aragon jî bixim
Heft reng kulîlk bidizim ji her du çavên te re

Carinan roj sar dimîne
Havîn dirikrike ji serma
Bihar qet nalîrîne
Bargiraniyek dikeve ser laşê mirov
Dil bedenê
Beden dil tehmûl nake
Ew satilên di zendên te de
Sîr tê de kef nade
Êdî tu ne bêrîvan î
Bêhna gul û gîhayên zozanan ji te nayê

Mirov ji azadiyê ditirse
Masî ji avê direve
Evîn bi naletê dikeve li van deran
Loma bi çolan dikevim diherim
û qeys henekên xwe bi min dike

Divê ez xwe bi esmanê heştan ve daliqînim
Ên di binê heft esmanan de
Meytê min nebînin
Ku tu jî di binê wê tavê de bibî leylan
û bêjî "hezkirin bi te re nemaye"