A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Ya Kurdistan Ya Neman
1389 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Ya Kurdistan Ya Neman

Xum… Xumênî, Xumênî
Xwîna Kurdan dirjênî
Tu zarokan nabênî
Pîrhevokan nabênî
Berdîwaran dikujî
Birîndaran dikujî
Êrîş dibî Kurdistan
Lê tev dihêjî îran

Xum… Xumênî, Xumênî
Xwîna Kurdan dirjênî
Ey îmamê derewçîn
Te îran kirye çînçîn
Olperestê pir nezan
Bûye serdarê dizan
Bê wijdan û bê mijî
Misilmanan dikujî

Xum… Xumênî, Xumênî
Xwîna Kurdan dirjênî
şahinşah î bi zorî
Pir dijwar e berjor î
Te şer xiste Kurdistan
Nema şer tê rawestan
Ta ku mafê Kurd nedî
Tev girtiyan bernedî

Xum… Xumênî, Xumênî
Xwîna Kurdan dirjênî
Tu dostê împeryal î
Kevneperest û kal î
çi hat serê Berzanî
Rast e tu wer nezan î
Êrîş dikî Kurdistan
Lê tev dihejî îran

Xum… Xumênî, Xunênî
Xwîna Kurdan dirjênî
Bes e ev kuştin û xwîn
Tu guh bide Cegerxwîn
Vî leşkerê pir nezan
Derxe ji nav Kurdistan
Kurd û Faris bira ne
Tev dijminê gura ne

Xum… Xumênî, Xumênî
Xwîna Kurdan dirjênî
Em Kurd in serfiraz in
Tu car em şer naxwazin
Lê em navên bindestî
Em dixwazin serbestî
Ya Kurdistan ya neman
Bijî, bijî Kurdistan

Xum… Xumênî, Xumênî
Xwîna Kurdan dirjênî
Serî hişk e wek kevir
Êrîş dikî weke gur
Didî ser hev mêr û jin
çi biçûk û çi mezin
Wan dikujî li ser hev
Ne cî maye, ne jî rev

Xum… Xumênî, Xumênî
Xwîna Kurdan dirjênî
Leşkerekî pir giran
Ji hov û hirç û guran
Te xiste gund û şara
Diçî şerê neyara
Tev dijminên Hirmiz in
Kencê jinan didizin

Xum… Xumênî, Xumênî
Xwîna Kurdan dijênî
îraniyên pêşverû
Ji xew rabin bes e zû
Em taştê ne lê hûn şîv
îran didî ber Aşîv
Li her şûn li her der
Weke şêran bikin şer

Xum… Xumênî, Xumênî
Xwîna Kurdan dirjênî
Ey netewên li îran
Xweş binêrin li Kurdan
Em ketine nav pêtê
Siba roja we jî tê
Hev dî bigrin wekî mêr
Tev şer bikin weke şêr

Xum… Xumênî, Xumênî
Xwîna Kurdan birjênî
Ey cotkarên Farisî
Wey karkirên Markisî
Yezîdî û Huseynî
Werin şerê Xumênî
Di hember de bikin şer
Ta ji îran bikin der

Xum… Xumênî, Xumênî
Xwîna Kurdan dirjênî
Ey partiyên sosyalî
Kes xwe nedin wî alî
Bibin hişyar û agah
Da Xumênî nekin şah
Weke şah û weke şapûr
Bidna ber wî riya dûr

Xum… Xumênî, Xumênî
Xwîna Kurdan dirjênî
Kurdên Tirkiya-Iraq
Ev naxwazî faqefaq
Rabin ser xwe wekî şêr
Tev bi hev re herin şêr
Win tim dibêjin amîn
Lê guh nadin cegerxwîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê