A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Xabûrê
392 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Xabûrê

ey xabûr, xabûr, ey xabûr, xabûr
wek daxwaza min, pir dirêj û kûr

kêferata te, xum xum, û lew, lew
nayên bîra te ne razan, ne xew

herdem dinalî, bi qirîn, gazî
lê kes nizanî, ka çi dixwazî?

armanca te ye, xurtî, pêşveçûn
cihê te tenge, divê firehbûn

pêlan didî xwe, qîr û firyadî
tu jî wekî min divê azadî

sînga vê erdê te çirand bi zor
nizanim çira tu naçî berjor?

ev çende xurtî, bê daxwaz û vîn
dikevî sînga derya bê evîn

xwezka min bi te, bê derd û bê kul
dijî bi şadî, bê mejî û dil

tu jî weke min, ger bibûna kurd
ev xurtiya te dibû kul û derd.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê