A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Wezîfey Xom
269 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Wezîfey Xom

Nawî Kurdistan pir şewq û tawe
Gencîneyî fikrim maney em nawe

Ta êsta degirîm bo deştî Lacan
Demrim le hesret xakî şeqlawe

Tu xwa ey badî seba begihînî
Selamim bo kurdî ew nawe

şewqî estêrey kurdî Gelawêj
Le şax û baxî Kurdistan dawe

Qurbanî destî Elî Kemal im
Esasî merdî bo kurd danawe

Mangê sih dînar bo hejaran da
Bo Gelawêjman hêj bêtir dawe

Bo dewlemend man em xweş mîsale
Xîret bekêşin firset ne mawe

Wezîfey xom her teblîxî kurde
Le mirdû herçî demînî nawe

Cegerxwîn gerçi seydayê kurde
Ta êsta pesnî kesêk ne dawe.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê