A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Welatê Çirto û Virto
1308 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Welatê Çirto û Virto

Şêrê sorê ser mezin
Pir bi saw bû weke cin

Rokê rasthat li rovî
Dî ku di dev de hirmî

Go : Rovîko, ev çi ye?
Rovî go : hirmî ye

Li kû hene ev hirmî,
Li çi şûnê, li çi cî?

Rovî bi fen gote şêr:
Divê ko dakevim jêr

Tev daketin bin darê
Çendek dîtin li xwarê

Rovî civandin wek mêr
Danîn li ber devê şêr

Şêr go : Rovî, çi xweş in
Lê ka çawa diweşin?

Rovî go : paşayê min
Dûvê xwe em lê didin

Yek û du û sê û çar
Ji banî ve têne xwar

Şêr jî dûvê xwe lê da
Lê xêr nedî di wê da

Go : Rovî, ka naweşî?
Rovî çû, hat û meşî

Go : paşayê hov û sirt
Pişta we ya gelek xurt

Şêr pişta xwe da dar
Hirmî nehatin xwar

Rovî go : ka rawest e,
Renge pişta te sist e

Ezê niha herim, bêm
Bicivênim heçî kêm

Rovî çû mirarek dî
Zû rêvîya wî anî

Şêr pişta xwe da darê
Rovî dest kir bi çarê

Rêvî lê pêçaye tev
Ji neynûkê, heta dêv

Divê hinek rawestî
Belkî jî pir biwestî

Germ e xurt e wek agir
Rêvî kire wek çekur

Dema parsû gihan hev
Şêr go : rovî, fen e ev!

Rovî go : rast e we ye
Ev der welatê me ye

Ev ne cihê şêra ye
Cihê qelsemêra ye

Welatê rovî û gur
Şêr nikarin bêne vir

Mişkê bixunçavê te
Şêr go : çiye navê te?

Navê min çirto axa
Xwedyê van şax û baxa

Rovî ji cem daye rê
Weke gernasên berê

Dûv lê bûye wek sing
Çav li serî bûn pereng

Şêr çend rojan wilo ma
Ji birçîna, ji germa

Serî bi ser de hat xwar
Ne eman û ne hawar

Dî ku mişkek hate wir
Wî jî terî bilind kir

Go : ha, şêrê ser kundir!
Kî bû wilo li te kir?

Kesî diye li cihan
Ku şêr bêne girêdan

Ezê niha te berdim
Da zanibî çi merd im

Çiqas em we xelas kin
Win qencîyê nas nakin

Mişkê terî bilind mêr
Dewêl birî li jêr

Li dor darê çû û hat
Bi tevger û kêferat

Şêrê birçî û xewar
Bi ser dev de hate xwar

Mişko pesnê xwe da,
Go : Li min binêre yaho!

Ez gernas û çeleng im
Mêrê rojên pir teng im

Li şêr sist bûye terî
Bi awiran lê nerî

Şêr go : bêje birazî
Ka çi ji min dixwazî?

Go : ez kolê derê te
Dewlet xwedê, serê te

Ez mişkê van dera me
Ne dilbijê pera me

Divêm ey şahê mezin
Tacê bidî serê min

Navê m ijî bikî şêr
Bibim şahê ser bi zêr

Şêr go : navê te çiye?
Xuya ye qeşmerçî ye

Dibêjine min virto
Navê bavê min zirto

Lê şêr di ber xwe de go:
Ber bi ava diçî ro

Sed tif li vî welatî
Vî pîsî,bê xelatî

Rovîyên nav şikêra
Çawa girêdên şêra?

Mişkê qulan me berdin,
Li ber şêran xeberdin!

Di van çax û van dema
Rûmet ji bo me nema

Bi şêrî û axatî
Nema bêm vî welatî

Şêr revî û nema hat
Bê şêr maye ev welat

Şêx û mela bûn çirto
Beg û axa bûn virto

Mil û zîl û Kîk û Zaz
Bûne pisîk, tev beraz

Ji ber derdan ranazim
Ez şêrekî dixwazim

Em tev li dor bibin kom
Da bişkênin Firs û Rom

Li ser çiyan weke şêr
Welat bigrin tevlî zêr

Bostek nehêlin vala
Hevsar bidin dest pala

Rista me bî wekhevî
Herkes li bin vekevî

Çirto, virto, nemênin
Jin û mêr tev bixwênin

Min dil ji xem bûye mişt
Meger dilê we min hişt

Ava rû, win merêjin
Ji bo we em dibêjin:

Şer ketîye hindûrîn
Li vir bûme Cigerxwîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê