A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Tiştên Kesnedî
330 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Tiştên Kesnedî

Dema ku Kurdên Sasûn
Di hember Tirk de rabûn

Ew gernasê ser çiya
Pirê wan bûn eşqiya

Serê dijmin êşandin
Qayîş pê re kişandin

Gelek ji Tirkan kuştin
Kes li welêt nehiştin

Dijmin leşkerê giran
Bi xurtî şande ser wan

Kurd naçare şikestin
Heta îro bindest in.

Dijmin kete nav welêt
Kirin çi tiştên kirêt

Jin û zarok dikuştin
Xanîk ava nehiştin

Talan kirin bê jimar
Kurdên reben man hejar

Di bin destê wan de man
Hey hawar û hey eman!

Heft mirovên malmezin
Kuştin wek berx û bizin

Qerwanake çar çembil
Kuçik li bin sed û çil

Li ser êgir, tijî av
Ew dijminê bê zirav

Yek, yek xistin nav avê
Heta çermê xwe bavê

Her heft bi wê ava germ
Suhtin heta nema çerm

-Ey peyrewê Hilako!
Wilo dikin heta ko

Bi hesanî bibin Tirk
Bi tov tavên, nebî firk

Heta kengî berberî
Ev kar qet naçî serî.

Wê hey roja me jî bê
Roja kur guh nedî dê

Lê em ne wek we hov in
Ji we bêtir mirov in

Dadgehekê dê çê kin
Navê millet dê lê kin

Ji Tirk û Kurdên birçî
Evên dibin dewrimcî

çend mirovên pir zana
Wê bixwênin tim vana

Em ê we bispêrin wan
Bela ew bikin ferman

Ew ê ji we bipirsin:
Ka we çawa Kurd kuştin?

çavnêrê we ye sêdar
Dimrin weke gurên har

Dema win bikin qêrîn
Xemgîn dibî Cegerxwîn.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê