A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Tarîxa Şêx Seîdê Rehmetî
319 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Tarîxa Şêx Seîdê Rehmetî

Sala hezar û sê sed, hem çil û çarê hicrî
Rabû ji nav me kurda paşayê texte Xusro

Ew Rustemê zemane, Behramê milk û dewlet
Sê çar mehên buharê Tirkan digel wî şer bû

Çend qaymeqam û walî girtin di wê buharê
Tirka dikirne gazî aman ji destê kurdo

Zaza wekî pilngan bi dar û şûr û gopal
Berê xwe dane Tirkan gazî kirin ero- ro

Bi sûnd û soz û peyman, rabûn digel vî şahî
Bi deng û qîr û halan êrîş dibine Tirko

Dengê tifing û topan giha semayê banî
Xwîn bû rewan ji xortan Zab û Ferat û Co co

Hindek ji kurdê nazan xayin dibûn di dil de
Bergîl û bed û sersem, meşhûre navê Qaso

Rabûn li ber vî şahî wek pilingan diçûn hev
Tirkê me bûye dewlet, wek dewleta Holako

Wan şêx Se'îd efendî girtin di cejnê rojî
Gelek mezin digel wî xistin şerîtê, yaro

Mela û şêx û begler kuştin serê di wana
Li ber tifing û topan manendî gog û kaşo

Pîr û ciwan û bûka biskên di reş qusandin
Wan şeng û şoxeqamet, ebrû hilal û rûro

Gazî dikirne Yezdan, ya reb xwedo tu zanî
Em mane jar û mehrûm, bê mal û mêr û zaro

Sed şah û begler û Mîr, kuştin ji me neyara
Namûs nema bi carek, bo şêxekanê bedgo

Pîvaz çi sor û gewre, tev tûj û noye herdem
Tirko çi dost û dijmin, dijwar û tal û her no

Min dî yekî ciwanmêr, ku ev xeber me guhkir
Yanî Se'îdê kurdî ev gotina ku tê go

Go :Em heçî we kuştin tev bûn şehîd û gazî
Herdem ji bonî kurda ta heşrê em di'ago

Saxê me dê li şer bin, herdem digel we Tirkan
Hetta ku bêne ser min, bê rabe Tirko rabû

Wellahî bûm Cegerxwîn, derdê min pir girane
Ji herdu çavê min xwîn, wek Zab û Dicle derbû

*Çavkanî: Pirîsk û Pêtî, rr: 54-56, tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê