A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Sîmên Sayê
416 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Sîmên Sayê

Sipêde hatîye der dîsa
Me dî naka sîmên sayê
Benî û berbenî însan
Li ser singa sîmên sayê

Berî da gulşen û baxa
Bi nazdarî wekî axa
Dinalim ez wekî zaxa
Ji dîdara Suleymayê

Ji ber dîdar û pertavê
Ji şewqa wê belek çavê
Wekî zîzok li wê navê
Kelemper bûm li ber bayê

Ji ber şewqê kelemper bûm
Çin ko serxoş û meyxwer bûm
Li wê navê di hevwer bûm
Me dî naka Şehînşayê

Sivik hat û giha ser min
Bi nazdarî xwe da ber min
Sipî dest û tilî nerm in
Bi diljarî me ber dayê

Bi sermestî, bi diljarî
Bi ax û nalî û zarî
Me ser danî di wî warî
Li ber pê gewr û zîbayê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê