A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Seydayê Xanî
335 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Seydayê Xanî

şehsiwarê meydana torevan î
Nîçîrvanê zozanê ristevan î

Bi tîrên tore diran dihingêvî
Bi mijgûlên ristan gulan dibişkêvî

Deysemê meydana miletperwer î
Salarê bajarê ristên gewher î

Cafer î ber bozê dijminê Dasin
Kunkerê gotinê ji dir û elmas in

Ala te va hildane sed Camî
Serê hespê te girtiye Nîzamî

Hêlevanê asikên deşta Xeten
Nêçîrvanê çiyayê rizde û ben

Serdarê ristevan û pehlewan î
Rêberê Kurdistan seydayê Xanî

Ji derdê vî miletê nezan û dîn
Ne tenê tu, em tev bûne Cegerxwîn

Hezar û nehsed û heftê û heftan
Bi dasa xwe dihûnim ez van qeftan
Helbestên din ên Helbestvanî/ê