A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Serxwebûn
968 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Serxwebûn

Bira zanibe pir xweşe serxwebûn
Bi destê weye hatin û tev hebûn

Tu azad û serbest û pir payedar
Bi destê tene tevde rêjîm û dar
Xwedî nav û nîşan û ala û nan

Dinav dewletan de dibî serbilind
Li hindir dibin tev xwedî mal û gund

Li her dewletek qunselek dê hebî
Şiyarê welat û mirovên te bî

Hezaranê dezgeh bi dest têne kar
Xwedîke bi wan leşkerek navîdar

Firokan tu çêke, gelek tangû top
Bi şûnve bihêle gelek rêç û şop

Tu sînor û derbend û bajar û gund
Biparêze hingî dibî serbilind

Dikarî bi zanîn û zor û hiner
Tu rista xwedeynî li her şûn û der

Zimanê te şêrîn û pir xweş dibî
Riwê herkesî dê bi te geş bibî

Ji nûve bibêje kurê kême ez ?
Gelek mêr û gernas û pir çême ez

Xwedî dewlet û zar û pir leşkerim
Kurê koreş û kawisim, Ejderim

Belam pir hesanî mebîn serxwebûn
Qelen pir girane hemî tiers û xûn

Bi zindan û talan, bi kuştin, bi şer
Xebat û lebat û çiwîn û veger

Divê gorîyên pir di vê rê bidin
Bi serxwe nikarin bijîn ger nedin

Heta ko nedin mal û can û hebûn
Bi destê xwe naxin kesek serxwebûn

Hezaran hezar mêr di vê rê diçin
Di vê rêde em wekhevin mêr û jin

Ku bajar û gundên te kavil nebin
Hemî arezûyên te tavil nebin
Welatê te tevde gemar û qirêj
Li ser wî bira rabe xwînê birêj

Bixwînê tu paqijke gerş û gemar
Mehêle ku bostek bimênî beyar

Eger malû can û serê xwe nedî
Te ev serxwebûn wilo xweş nedî

Di vê rêde bimre tu dilşad û geş
Gula sor di sînga te perwaye xweş

Li ber pê birêje tu mal û hebûn
Mebêje ku bimrim çiye serxwebûn ?

Ewê ko bi Cengîzre cengê bikî
Divê rengê Rustem li kengê bikî

Eger em dixwazin ku azad bibin
Li ser vê sitêra xwe dilşad bibin

Divê em serê xo bidin ber şegan
Netirsin bicarekji dengê segan

Ewê ko xwe berdî Ferat û Qizil
Gerekevjenî zanibî ew bi mil

Ewê ko ji mal û ji canê xwe têr
Dixwazî bikî ew şerê Erdeşêr
Ewê ko bi xencer neparêzî cî
Liber ço wekî go diçî her diçî

Eger ko bi xurtî neparêzî rez
Ji hawîr dixun wî rezî hirç û pez

Eger ranekî xweş li ber bexçe sênc
Ker û golikê herine nav çar û pênc

Dixwazim bizanî ko barek giran
Venakin girêka me dest û diran

Eger em nemêrxas û gernasî bin
Nikarin di vê rêve derbasî bin

Eger em bitirsin ji dar û ji ben
Nikarin vî barê giran hilgirin

Eger em ne jîr bin û dest nedne hev
Nikarin girêkê vekin em bi dev

Ne sed rence lîstik, çi nehberk û dam
Divê ko berî dijminan herne dam

Çeq û berlime çêbikin em diçin
Divêm ko bi hevre tucar pevneçin

Bi xurtî bi hevre herin cengû şer
Bi mal û ziman û bi can û ciger
Bi hevre bikin em şerê borcewaz
Çi pale, çi cota,çi azadîxwaz

Binêr olperest û hemî êlperest
Bi hevre şerê me dikin dest bi dest

Tenê em nikarin bibin yek enî
Li ber royê dijmin, bese ezbenî

Heta kengî her wa emê perçe bin ?
Ji solên beganre wekî firçe bin

Ji olê, ji êlê nema kar dikin
Dixwazin bi kurdî me bindar bikin

Ne kurdin ne jî wek me azadîxaz
Hemî kevnexwazin dibin borcewaz

Welatê me xwarin bi zor û bi dîn
Ji derdê ewan min ciger bûye xwîn

Dinalim, diqîrim wekû çeng û ney
Li sîngê kişandin hezar daxû key

Dixwazim şiyarbin ji dil xwendevan
Jin û mêr û gundî, hemî palevan

Bi hevre herin pêş bi rêpû bi xap
Bi ser wande bişkin wekî şîp û şap
Heçî ko bixwazî bi rast û ji dil
Digel me bi pêşde herî mil bi mil

Kurê kurde ew jî dibî serbilind
Birayê me ye ew kesê pak û rind

Belam ew kesê dest bidî dest neyar
Nayarê me ye wek sehê dîn û har

Divê bête kuştin wekî mar û mişk
Meger mehdara wî bikin dê û xuşk

Belam çende bûrîde ev mah û sal
Kudik qet nebûne keroşk û xezal

Tu cewrên guran jî çi mêr û çi jin
Ke dîkî, xwe dîkî dibin qet bizin ?

Neraste ku bêjin hemî em yekin
We yan em bibêjin dibî tew bekin ?

Ku çêlîkê maran bi jehr û mirin
Weha renge cewrên guran tim gurin

Divê dar û ferman bi destê me bin
Di sênca mede ba dever qet nebin

Şiyarbin, li kar bin wekî cin û jîr
Bi pêşde bibin em mirovên feqîr

Hevalo tu rûmet bide palevan
Ewe pişt û hana te rojêngiran

Ewe ê ku dezgeh bi pêşve dibî
Li kû danişî ew we ya xund çibî ?

Hevalê teye ew , çi tirk û çi firs
Ji kû ye ? li kû ye ? kiye ? lê mepirs

Çi oartî bi te bê û bawer bikî
Nebî ko ji wîre xwe gawir bikî

Tenê hoşîyarbe, ne derwêş û dîn
Digel wî here lê ne vîn û evîn

Eger ko dikarî tu alî bike
Heçî pêre hevalî bike
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê