A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Şahnema Şehîdan
3519 Xwendin
12 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Şahnema Şehîdan

Dixwazim ey dilo jaro bi çakî,
Here mêrên welatê me tu rakî
Bibêje ey Şehîdê dîn û milet,
Bese rabin serê roja me derket.

Beg û axan ji we îro dixwazin,
Bese rabin weke mêran nerazên

Dilo ji Xalid beg re bibêje,
Bi serbestî tu yek nutqê birêje,
Bibêje Xalido rabe direnge
Hemî Kurdan bi hev re daye denge.

Ji wê rabe here bêje Fuad beg
Ji Kurdan re tu rêzanî tu bê şek.
Qelem pê de îro dikî tu rabe,
Xewa şirîn ji bo we pir `ezabe.

Divî wextî kesî wek te nezaye,
Belê çipkim îro ji min cudaye,

Dilo bêje Kemal fewzî tu kanî,
Tu dilxweş be bi wan rojên ciwanî
Dizanim ku di wê wextê tu rabî,
Welatê me ji xwînxwaran cudabî.

Dilo Yusif Zîya rake ji gorê,
Bila kuştî temamî bêne dorê,
Ji bo Kurdan bikin ceht û xebate;
Hela rabin sibe `eyda welat e.

Riza rabe cîhan buye serefraz,
Di dinya de tenha mane belengaz,
Binhêrin hûn cihê textê Şerefxan,
Xirab bûye ji destê lawê Turan.

Hela Salih begê Hênê heleste,
Welatê me li ser te jar û meste,
Bi destê xwe tu bigre şurê Kurdan,
Bi dev bêje ji bona razî quran.

Dilo rabe bibêje Hecî Exte
Bila rabe xwidanê text û bexte ,
Kurên te tev dikine qîr û hewar,
Ji Kurdan re hemî bûne fedakar.

Ji cîh rabe, ji cîh rabe Hecî beg
Li şîn bozan dixwînin hecî leyleg,
Welatê me xela rabu li şêran,
Niha seyde ji bo kundê şikêra.

Were Xeyrî begê rabe ji Dêrsîm,
Ji te halê welatê xwe bipirsim,
Ew maden û bax û rezana,
Gelo raste ketye destê nezana.

Bese razê rabe ey efen dî,
Bixwîne tu zimanê zar û zendî,
Binhêre tu li vê cehd û xebatê,
Li roj ava heyanê roj hilat ê

Ji Hîzanê rabe serxwe tu Birhan,
Tu Birhanî jibo doza me Kurdan.
Bi navê te bikin cehd û xebate,
Netîca me belê tola welate.

Were rabe Mielim tu ji Pîran,
Ne pîranî belê pirê ji derdan,
Gelek care ji ber derdên kurên xwe,
Xirabkir xan manê hundirên xwe.

Teyîb Elî werin carek şîyar bin,
Qelem bigrin li şîn bozan siwarbin,
Belê zanim ku em pêk ve bibin yek,
Emê gogê berê xelkê bibin şek.

Were rabe Silêman lawê Ehmed
Welatê te hemu Zozan û Serhed,
Bese rabe jibo te hatî ferzend,
Belê Ferzendekî Ristem hunermend.

Were rabe Efid beg wek egîtan,
Li meydana bidin xar û cirîtan,
Eşîra Heyderan û hem Celalî,
Ji meydana kemalî mane xalî.

Bibêje Yusufo rabe direnge,
Li her alî binhêre qal û cenge,
Welatê te hemu bax û bihişte,
Delalê min tu rabe wexta geşte,

Dilo Xalid Begê Yusuf bibîne,
Ji xew rake Kerem beg pê re bîne,
Bibêje ey hunermend û serefraz
Jibo te hazir buye dilxwaz,

Bi bêje ey Şêx Seîdê minawer,
Bese rabe tu îro pir dilawer,
Zemanê te nîne vê çax tu razê,
Bi serbestî tu heqê me bixwaze.

Belê îro zemanê top û şure
Ezîzê min mecata me ne dur e,

Tu Şêx Evdilqadir Şêxê di Nehrî,
Di alem de tu meşhurî bi fexrê,
Keremke rabe serxwe tu serwer
Jibo Kurdan tu rêzan û tu rêber.

Tu Şemsedînî roja dîn û milet,
Li Qamîşlo tu rabe pir bi humet
Belê zanim ku qehra te çi doje,
Were cergê neyaran pê bisoje.

Were Şêx Ebdilahê Melekanî
Şehîdî tu di nava Melekanî;
Li zozana binhêre tu li xwinê,
Li canê wan tu nabînî birînê.

Were Şêxê me tu Eyubê di simaq,
Binhêre tu li ozanê Qerecdax,
Hemî gund û hemî kanî, hemî war,
Xirab bune ji destê zulma neyar,

Werin rabin gelî şeyxê di çalê,
Binhêrin hun li vê axir zemanê,
Felek bêbexte lewre xoz û xware,
Heya îro bi Kurdan re neyare.

Were Şêx Ebdilahê nazikê zu,
Binhêre li me yek carekî zu,
Welatê me weke aşê neyaran,
Serê Kurdan dihêrin her bi baran.

Were Şêx Şerîfê sahibê dîn,
Ji Kurdan re zanim îro tu dur bu,
Tu bawerke hunê carek bibînin
Emê tola we rojekî hilînin,

Dilo jaro here nig Ebdirehman,
Ewe Şêx û şehîdê dîn û îman,
Tu geh bigrî tu geh pê re binale,
Belê Şêxê te pir qenc û delale.

Hezar hêsir bi yek çavî birêje,
Edeb bigre li ber wî jê re bêje,
Gelê Kurd jibo te pesnedare,
Hezar rihmet li tirba te bibare.

Ji tîpê rabe serxwe tu Seyda,
Rihê şîrin ji bo Kurdan te keyda,
Cewa sebra te tê îro li gorê,
Birayê te hemu ketine zorê.

Were Batyan Temir axa delalo,
Li halê me binhêre ey tu Xalo,
Ji bo we pir fehîd û eyb û şerm e,
Kurê Cengîz bi carek têne ser me.

Binhêre tu welatê jêr û jorîn
Hemu kurdin kurên Behremê çopîn.

Tîmur Axa ji hîzolê tu rabe,
Binhêre tu li halê me xirab e.
Belê îro hinek yare jibo me,
Lê em çibkin ku êvare jibo me.

Were Yusiv Ezîz begê ji gorê,
Bidêre ku hewarek tê ji jorê,
Herçî kurdin wekî Ristem kurê Zal,
Welê çibkim nehim mal û nehim hal.

Were rabe Seyfulahê Hênî,
Dê tu halê welatê xwe bibînî.
Welatê te ketî destê neyaran,
Herçî Kurdin li ser şax û dîyaran.

Dilo jaro bi Yado re xeberde,
Bila rabe mecala qewmê kurde,
Were carek li kurdan em binhêrin,
Hemî xurt û piling û şêr û mêrin.

Were rabe ji nav Botan tu Gurgî,
Tu dilxweş be jibo te hate mîzgîn,
Birayên te şîyarbune bi carek,
Di nav wan de nemaye qet neyarek.

Erê Sebrî kurê Faro tu kanî
Gelo dîsa li şer sax û çîyanî,
Belê zanim di goran de dinalî,
Tik û tenha jar û bê hevalî.

Ji Erxen rabe serxwe pir bi Şewqî,
Ji kurdan re tu dil xweş be bi zewqî,
Binhêre li welatê me dîyarin,
Hemî kurdin di ser wan re firarin.

Ji nav qewman tu rabe Mihemed,
Hemi Kurdin ji nik tu bi Serhed,
Wekî te ew hemu şêr û pilingin,
Bi yek carek bi qîr û qal û ceng e.

Heso Têlî Birahîm beg tu rabe,
Li zoznê Araratê peyabe
Bijî dîsa bijî dîsa Birahîm,
Ji kurdan re tu yî dîsa Birahim.

Dilo bêje Elîcan û Seyidxan.
Şehidin hun belê jibo me kurdan,
Em dizanin cihê we pir bilinde,
Bese rabin xewa şirîn nerind e.

Ji Tefiq û hevalên wî re bêje,
Herçî kurdin wekî we xwîn dirêje,
Bi qurbana we bin sed şax û keyxu
Di gel mal û eyal û zarên xwe

Dilo bes bes xilasnabin evbaran,
Hezar rihmet li zozanê Ararat,
Tê de hene şehîd û şêx û gazî,
Ne wek şêx û şehîdanê mecazî.

Belê sondê dixwim carek bi Laleş,
Bi Zerdeşt u bi hîv û roj û ateş
Bi ehremen bi hormizgahu yezdan,
Şîyar bune belengazên me kurdan.

Tiving çuye niha dor hatî xame
Xewa şirîn li çavên me herame
Binhêrin hun li zozan û dîyaran,
Hemî xwînin ji ber zilma neyaran.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê