A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Rêberê Me Seydayê Xanî
523 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Rêberê Me Seydayê Xanî

Di navbera çemê Ferat û çemê Şet
Cizîreke zirav û dirêje, yekxet

Tev çiya û deşt û dar û kanî
Kelat û sera û gund û birc û xanî

Kaniya 'Ereban Tilebyed û Ras-el-eyn
Derbasî û Amed û Qamişlo, Nesibeyn

Tirbe-sipî Dêrûn û Dêrik û Eyndîwer
Digel Hesiçe bajarên kurdin yekser

Beraz û Mil û Kîk û Taqor û Pînaralî
Sinceqa Aşît û Deşta Hesinan û Alî

Ev tev kurdin û Kurdistan welatê wan
Lê bê xîret û bindestin tev mane wek bêgan

Bêzar û xwendin û tarîx tev bêkes
Bêser û berin, ne wek Çeçan û Çerkes

Berg û zar û nav û gonê wan sed rengin
Li nav xelkê bê nav û nîşan û dengin

Her êlek çar hezar mêrin bêgoman
Hemî rêncber û cotar û şivan û gavan

Di nav her êlekê yek axa yek xwînxwar
Ne bîrbir û bêhiş û xwendin û bêkar

Gerçî wekî Rustem û Guhderz û Êzdînşêrin
Lê çi bikim ji hev re tev 'egîd û mêrin

Rojekê bîr nabin ku destên hev bigirin
Ji bona welatê xwe serbilind bimirin

Çiqasî ew mêrin, hewqasî ew merdin
Tev nandar û navdarên nejadê kurdin

Ji wan re divê yek hozan û yek pispor
Wan bigihînî hev geh bi xwendin û geh zor

Xuyaye ku Kurd bi çend sal berî Aşûr
Li ser Zab û Dicle, Ferat û Xabûr

Her bi vî awayî tev mane bê rûmet
Bi zarê kurmancî ne kolane yek xet

Tarîxên Aşûr û Kildan û hem Ermen
Firs û 'Ereb û Fireng û Rom û Germen

Ji we mijûlin, her bi kuştin û talan
Guhderz û Rustemê kurd bindestê Eyran

Kurdistan ne pîvaye, seydayê Meltebrûn
Paşayên me najimêrî Yewnaniyê Ksênêfon

Ne pêxemberên me ne Zerdeşt û Mezdik û Manî
Yek rehberê me heye seydayê Xanî

Seyda ye, suxteyê wî her Cegerxwîn
Li nav kurdaye, lê wek cihayê bê dîn

*Çavkanî: Pirîsk û Pêtî, rr: 64-65, tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê