A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Port û Şîret
305 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Port û Şîret

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.

Em bûn çera hirç û gura
Bûn alifê ga û kera

Heval bibin tev Markisî
Bawer mebin bi hîç kesî

Bi pêş de gernas û şiyar
Êriş bikin sênca neyar

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.

Win kom bikin zêr û pera
Zû çêbikin serleşkera

Kurd perçe-perçe çend kerî
Doza xwe nabin ta serî

Kole di bin destê neyar
çawa bibim jê hêvîdar?

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere

Divêm şiyarbin hey heval!
Bidin di vê rê can û mal

Li ser çîyan şepal û ? êr
Êrîş bikin li jor û jêr

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.

Eger wesan çend perçebin,
Dê tim di bin zorê debin

Ger em nebin yek perçe ar
Guh nadî dengê min neyar

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.

Lê Markisî nabî dubin
Gernas di binde radibin

Destan bidin hev bibne yek
Êrîş bikin dijmin bi çek

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.

Bibin fidakarên welêt
Ji xwe bikin şerm û fehêt

Êriş bikin dijmin bi ? er
Gava şikest win bidne ser

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.

Herwek Viyetnam şer bikin
Dijmin ji hev ker-ker bikin

Dostên me ne tev Markisî
Turk û Ereb û Farisî

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.

Hewsar medin dest borcewaz
Mebin çera hirç û beraz

Cotar û herçî dest qirêj
Em tev birane hê ji mêj

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.

Welat bixwazin rast û çep
Turk û Ecem, Kurd û Ereb

Destan hemî em bidne hev
Lê nebtenê bêjin bi dev

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.

Her yek di nav qada xweda
Dest bidne hev jar û geda

Herçî hevelên koledar
Ji bo me ew herdem neyar

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere

çend sal e ev gîr û hewar
Carek ji xew nabin şîyar?

îro şîyar bûne ji xew
Dîsa dibin wek çêlekew

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere

şah û beg û axa neyar
Dost û hevalên koledar

şêx û melayên sexteçî
Em kirne `sofi` û `heci`

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere

Dest bidne hev tev mêr û jin
Xort û keç û biçûk, mezin

Em tev ji vê berpirsiyar
Besin ji xew rabin - şîyar

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere

Cîhan hêjî bûn dubend
Wan dane mil gurz û kemend

Bendek li jor û yek li jêr
Bendek bi xwîn û yek bi zêr

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere

şêr şêr e, jinbî yan jî mêr
Navê tevan danine şêr

Gava ku tê dengê piling
Destê me naçî ser tiving

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere

Xûşkê tu jî hîn be şera
Zû nasbike derb û bera

Wek mêr tu karî şer bikî
Dijmin ji hev ker-ker bikî

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere

Benda me gernas, xurtemêr
Lê tev nezan û tev nekêr

Bê zêr dibin destê neyar
Ta kengî em nabin şîyar?

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere

Heval şîyar be, rê bizan
Dûrkev ji destên van dizan

Cotar û karkar, xwendewar
Tev bibne yek em dost û yar

Gernasî karî şer bikî
Dijmin ji hew ker-ker bikî

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere

Ev perçebûn nejber xwe tê
Gayê zexel naçî xetê

Barê giran, ker naçî ber
Seyda ji ber xûn bû ciger

Kurdên ji Zagros û Keper
çawa bitirsin ew ji şer?

Guh medne van ? êx û bega
çavsor dibin wek conega

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere

Hawîr biborin wek beran
Pîkol bikin li her deran

Tirsê bixin cergê neyar
Hem xûnvexar û koledar

Hela were, hela were!
Seyda ciger xwîn bû bira!

(Dîwana 6a, şefaq)
Helbestên din ên Helbestvanî/ê