A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Partîzanî
448 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Partîzanî

Bibe partîzanek bi rist û dirist
Digel partîzanan here dest bi dest

Ji milet re rê xweş vekin renge şêr
Eger xurtemêrî bibe wek sitêr

Tu ronî bide karker û gundîya
Tu xweşke dile bav û xuşk û diya

Tivingê tu bigre girêde tu rext
Herin ser çîya, “yan ji text, yan ji bext”

Bibe partî û hem bibe partizan
Eger serbilindî dixwazî, bizan

Nikarî bibî serbilind, navgiran
Heta kod i şer da nebî wek beran

Li ser van çîyan ko nekî qîr û ceng
Bi êrîş û hawar û halan û deng

Tu nabî serefraz û azad û kurd
Li çolan tu dimrî wekî yezdîgurd

Bi dijmin re çendan bibî dost û yar
Dibî rencber û koleyê koledar

Çiqas şerm û pîs e wilo dil bi tirs
Dibî koleyê turk û tazî u firs
Kurê Keyqubad û kurê erdeşêr
Çi şerm e wilo ko te ser daye jêr

Here ser çîya lê bi top û tiving
Şerê dijminê kurd bike wek piling

Te dijmin deranî dibî xweş mezin
Bi lîl têne pêş te kemerzêr û jîn

Li Eywanê Kesra dibî şehreyar
Xwedî rist û destûr û ferman û dar

Dibî payedar û xwedî mêr û pişt
Welatê xwe yekser dikî wek bihişt

Dibî wek çira geş di nêv rojhilat
Bi te geş dibin tev çîya û kelat

Divê bîr û bawer bibî wekhevî
Xwedî par û pişk bin bi mal û zevî

Eger wek dibêjim bikî, yan bibî
Dere zêrzemînê l imin dê vebî

Bi paye bibin em hemî serbilind
Li we dê binerin hemî şox û rind

Di xan û seran de bijîn dilxweşî
Ji nav me biqeştî, herî çavreşî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê