A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Nûroz e
381 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Nûroz e

Nûroz e, nûroz e, sibhînê nûroz e
Maçek bide min yar, cehna te pîroz e
Nûroz û bihar e
Nûroz e…
Bel bûn gul û dar e
Nûroz e…
Bîna gulê har e
Nûroz e…
Destim bi destê yar e
Nûroz e…
…………..
…………..
Nûroz û mizgîn e
Nûroz e…
Bihar e bengîn e
Nûroz e…
Kesk û zer û şîn e
Nûroz e…
Xalîça rengîn e
Nûroz e…

Nûroz e, xweş ba tê
Nûroz e…
Bîhna kulîlka tê
Nûroz e…
Sinbil bi sema tê
Nûroz e…
Xum xum ji çema tê
Nûroz e…
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê