A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Mizgîn
630 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Mizgîn

Mizgîn li dil bûye bihar gul pişkivî derket ji xar,
Bilbil bi gul re bû heval dil nû ji xwe bûye şiyar.

Gava me mizgîn daye dil tê de nemane derd û kul,
Rabû ji xew hat pêşî gul pêçan li xwe car û xumar.

Sed aferîn bo vî dilî êrîş bire dêmê gulî
çarik li bejnê herbilî hatin sema bisk û guhar.

Bisk û guhar hatin sema eprî li ser zulfa nema,
Dîlber li ber min her we ma dinya li min bû dost û yar.

Sed ah ji van çavên di reş biskên siyah dêmên di geş,
Wan gotinên şêrîn û xweş şerbet ji lêvan, min vexwar.

şerbet ji levan min mijî hetta ko dil jê bû tijî,
Qet agirê dil nakijî pêtî li dil dan, bû hewar.

Min dêm û gerdan gez kirin xalan bi talan min birin,
Destan memik talan kirin, maçan ji her der bê jimar.

Pêşî bi remz û nazina ceng bû bi kulm û bazina,
Paşê bi lav û gazina wek Rustem û Esfendiyar.

Maçek ji lêvan min sitand, derdê li dil min pê revand,
Destê min girt û nû hejand, go: sersera ey şehsiwar.

Rabûme pê xatir me xwest, qolan û kember zû vebest,
Em herdu gerdenwar û mest pêta di dil de nabe sar.

Qehwa şêrîn lêvên sekir da min, li min dergeh vekir,
Derdê dilê min zêde kir dîsa Cigerxwîn maye jar.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê