A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Mirovname
505 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Mirovname

Mala xwe bar kir koçekê ji gund,
Dostek di nav de rûgeş e wek find.

Diçî her diçî, şûnek bê dawî,
Em ê tev herin, bar kin mîna wî.

Zengil lê didî ji xew şiyar bin,
Karwan bi rê ket, rabin, de rabin!..

Ev jîna em tê, ne pir dirêj e,
Lê mirovê hov mijî, qirêj e.

Nizanî ax e ew hov û nezan,
Neh mehan maye di nava pizan.

Dibêjin: Xwedê ew jê deranî,
Lê Xwedê kî ye? Ew jî nizanî.

Candarekî hûr li ber mikriskop,
Lê ko mezin bû dikî qopeqop.

Didî dirinde mêrkuj û xwînxwer,
Êrîş dibin hev bi kuştin û şer.

Em hev dikujin, em hev dimijin,
Goştxwer û şervan; hemî mêr û jin.

Nizanin rojek hemî dibin ax,
Hov in, çi bêjim, sed ax û sed ax.

çiman dibin hov, çiman dikin şer?
çi ko nezan in ev reng e beşer.

Wî çê kirin ev hemî bax û rez,
Wî ava kirin şengal û Kepez.

Wî dane ser hev ev şar û xanî,
Wî hasin firand, gihande banî.

Ji zanîna wî ev qas pêşveçûn,
Xistin bin destan; hatin û hebûn.

Em bûn serokên cihan bi carek,
Nikarim deynim jê re jimarek.

Xistin destên xwe wî ev bej û av,
Giranbiha kir wî zêr û dirav.

Wî kir bi rûmet, zanîn û tarîx,
Tenê di sînga xwe çikandin mîx.

Kareba derxist, nemaye şevreş,
Ev cihan hemî bi wî maye xweş.

Gewherê yekta ji hev da alî,
Dixwazî bimrî, bi hev dialî.

Alavên kuştin wî çê kirin pir,
Roja bibî şer, tev dibin agir.

Her yek dibêjî: Divêm, ku sirt bim,
Cenga sêyem bê divêm, ku xurt bim.

Bes e ey hovê nezan, koledar!
Bila destûra cihan nebî dar!

Em tev bira ne, ne hirç û ne hov,
Bi zanîn û bîr em bûne mirhov.

Em bibin mirov, tev dost û heval,
Eger em bimrin, çi hêja ye mal.

Êrîş bikin xo, gurzan li ser xin,
çi tê de mabî, bi zor wî derxin.

Mirov bi carek bibin dewlemend,
çi ne ev sînor? çi ne ev merbend?

Hemî bibin yek, tev dest bidin hev,
Dûrî şer herin em, bi dil û bi dev.

Cihan xweş bikin, bikin wek bihişt,
Bibin malên me, bi hev re her tişt.

Bila şer nebin; ne şevreş, ne zor,
Cihanê bigrin, çi jêr û çi jor.

Gerdenazad bin, hemî jin û mêr,
Ger li gund bijîn, yan jî li bajêr.

Li ser Merîxê em bikin şadî,
çi qas xoş e ev gerdenazadî.

Ew lêvên şêrîn divêm bimijim,
Tîna dilê xwe bi wan bikujim.

Rojek wê bimrin, herin bibin ax,
Ji ber vê rojê, hey wax û hey wax!

Cihan şêrîn e, pir xweş e ev jîn,
Divên jîn û vîn, em divên evîn.

Lê karim çi bikim? Kar bûye karwan,
Wî ev xweşî tev ji kê re berdan.

Karwan li pey hev, em diçin yekser,
çi qas dijwar e, çûna bê veger!

Ta ko jîndar im, divêm dilşadî,
Divêm serbestî, gerdenazadî.

Bijîm bi dilşadî û evîn,
Mirov bi carek nebin Cegerxwîn.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê