A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Mêrane Rabin Xortên Kurdistan
326 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Mêrane Rabin Xortên Kurdistan

Sorgul ji baxê ciwan im weşîn
Bilbil li şaxê umrem dikin şîn
Hêsir ji çavêm xuşîn û meşîn

Mêrane rabin xortên Kurdistan
Dijmin tev girtin ev bax û bustan

çendî bilind im serê min sar e
Cobar ji çavêm xweş têne xar e
Sih sal e deng û qîr û hewar e

Mêrane rabin xortên Kurdistan
Dijmin tev girtin ev bax û bustan

Axîn welatêm zanim tu qîz î
çi bikim ku dijmin bi te dilîzî
Qêrîn dikim ez kes nabihîzî

Namûs e rabin xortên Kurdistan
Dijmin tev girtin ev bax û bustan

Zanim tu rind î xweş û ciwan î
Rustem tu xwestî ji bo me anî
Dijmin ji dest me bi zor deranî

Namûs e rabin xortên Kurdistan
Dijmin tev girtin ev bax û bustan

çi qas delal im porim ji zêr e
Belê we xwestim nizam ji kê re
Rovî revandim ji destê şêr e

Namûs e rabin xortên Kurdistan
Dijmin tev girtin ev bax û bustan

Dijmin li ber te destê me digrî
Himbêz dikî xweş, tifû tu bimrî
Namûs nemaye, bo çi tu digrî

Namûs e rabin xortên Kurdistan
Dijmin tev girtin ev bax û bustan

Sonda me şax û kulahê Rustem
Yan em te bigrin, yan tev biçin em
Ji ser xwe rakin derd û kul û xem

Namûs e rabin xortên Kurdistan
Dijmin tev girtin ev bax û bustan

Kûrkûr menale em tev biriştin
Qurban metirse va em gihiştin
Yan dê te bigrin, yan bêne kuştin

Namûs e rabin xortên Kurdistan
Dijmin tev girtin ev bax û bustan

Sonda me xwîna Seî`d û Qazî
Hetta bi zorê tu min nexwazî
Ez dê binalim hewar û gazî

Namûs e rabin xortên Kurdistan
Dijmin tev girtin ev bax û bustan

Eger bi xurtî hûn min bixwazin
Li we bipêçin zendên bi bazin
Dilxoş û bê xem li ser mi razin

Namûs e rabin xortên Kurdistan
Dijmin tev girtin ev bax û bustan

Dijmin siwar e lê bê celew tê
îdî ji şerma nema me xew tê
Serê wî neşkê qîma me hew tê

Namûs e rabin xortên Kurdistan
Dijmin tev girtin ev bax û bustan

Ji bîr neçûye li ser te digrîn
Ev bû du sed sal em jar û xemgîn
Derdê te kuştin hezar Cegerxwîn

Namûs e rabin xortên Kurdistan
Dijmin tev girtin ev bax û bustan
Helbestên din ên Helbestvanî/ê