A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Kurdistan
1722 Xwendin
6 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Kurdistan

Bibin weke saziman
Emê çêkin Kurdistan !
Lê ev xapên esera
Nakevin serê kera
şah jî dostê Barzanî
Lê Barzanî pê zanî ;
şeş milyon kurd li îran
Winda dibin bê ziman
şah serbestî nadî wan
Nadî me çekên giran
Ko em dijmin bişkênin
Welat tevî bistênin
Kurdên xwe nakî milet
çawa me bikî dewlet !
Dijmin hemî wilo ne
Elo ne, yan Silo ne
Hemî divên xwîna me
Kesek navê jîna me
Divên ko me veşêrin
Di nav xwe de bihêrin
Navê me tev guhertin ;
Da bibêjin ne kurdin
Lê bizane, ey neyar !
Zivistan çû, tê bihar
Ew giyayê bin kevir
şîn tê rojek diçî der
Bijîn kurd û Kurdistan !
Nema dibin kolistan !

*Çavkanî: Dîwana Ronak, r: 80
Helbestên din ên Helbestvanî/ê