A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Koma Miletan
1793 Xwendin
6 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Koma Miletan

Welatê kurda tev xêr û bêr e,
Hemî maden e tev ziv û zêr e,
Lê çi bikim îro maye j’xelkê re.

Welatê kurdan hemî çîmen e,
Egîd û sêr û piling tê hene,
Hemî haval û pismamên me ne.

Pês li dinyê du dewlet hebûn,
Yek jê Faris bû, ew em bi xwe bûn,
Tirk û tazî û ecem tune bûn.

Em ne tazî ne, ne tirk û rom in,
Xwedan pasan e, lesker û kom in.
îro wêran in bin destê bûm in.

Xelkê em kustin avêtin çeman,
Begler û pasa di nav me ne man,
Koma miletan eman û eman.

Koma miletan ma qey tu ker î,
çavê te kor e tû l’ me nanerî,
Yaxûd dijmin î, tu j me nagerî.

Koma miletan hûn polperest in,
Der heqê me de hun qewî sist in,
Dijmin bi dostî em îro xistin.

Gunhê me çi ye bo çi dey nakî,
Pirsê ji halê me kurdan nakî,
Em kêm ketine tû me ranakî.

Ev ne huryet e, kotek û zor e,
Lê hun dizanin dinya bi dor e,
çerxek li jêr e çerxek li jor e.

Xewa me nayê, em qet ranazin,
Em ji we dikin hêvî û gazin,
Em jî heqê xwe her dem dixwazin.

Te em xapandin civata rengîn,
Ji destê te em gis bûne xemgîn,
Ne ez bi tenê tev bûn Cegerxwîn.

(Ji Dîwana Yekan r. 125)
Helbestên din ên Helbestvanî/ê