A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Kengî Tê Bê
512 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Kengî Tê Bê

Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê şêrîn devê
Lêv hingivê, ebrû çivê
Por şevê, kengî tê bê

Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê

Kengî tê bê sebra dila
Por şevînê li ser mila
Em herne nav bexçê gula
Gul bidne dengê bilbila

Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê

Kengî tê bê, lêv şêrînê
Dêm nîvişkê hingivînê
Derman bikî vê birinê
Bighêne hev Mem û Zînê

Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê

Kengî tê bê herne çiya
Rûnin li ber hûr deviya
Paldin li ser gul û giya
Rûnin li bin siya biya

Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê

Kengî tê bê meş xeramê
şêrîn kenê, şekrê şamê
Kengî bê ez xulamê
Ez ramîsim te dotmamê

Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê

Pêncî sal in ez bi şîn im
Ez ceger her dem bi xwîn im
Pir nexoş im, dilbirîn im
Ez li ser te her dixwînim

Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê