A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Jin û Jîn û Jîndarî
1362 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Jin û Jîn û Jîndarî

Jinê rabe ser xwe, tu destan vemal
Tu rextan girê de li bejna delal

Di gel min were da bikin em xebat
Li ser min, li ser te felata welat

Wekî min tu xoş dawer û bîrewer
Dixwazim bi hev re herin ceng û şer

Bi tektîk û bîr û bi can û bi dil
Bi hev re herin pêş hemî milbimil

Ne ko şer dixwazin, ne jî hirç û hov
Dixwazin bijîn em wekî her mirov

Dema em ji qada xwe derxin neyar
Jin û mêr ji nû ve dibin dost û yar

Bi rûmet dijîn tev çi mêr û çi jin
Li te xoş û pîroz dibit ev bejin

Tu şal û qedîfe li bejna xwe ke
şeva serxwebûnê bi cejna xwe ke

Berê xo bide xwendin û zanebûn
Tu xweş ke bi destê xwe her cî û şûn

Li kar be, bi kar be wekî her kesî
Gula geş be her dem, ne pel çilmisî

Tu hozan û rêzan be ey xwişka can
Bi te xweş dibin ev hebûn û cihan

Tu rind î, tu gewr î, tu boza min î
Tu daxwaz û armanc û doza min î

Ez û tu ji hev hatine wek hev in
Li pey diçin em, çi roj û şev in

Tu pingavê jînî gelek kûr û dûr
Tu nexşê evîn î bi pertav û nûr

Hezaran ji salan tu piştperde ma
Perîşan û bindar û pejmerde ma

Li ser te hezar sal e ev toz û gij
Li zozanê jîna tet ên berf û mij

Tu "xo " û tu "dê " ye xwedê û xwedî
Meyandin, keyandin te em bêfedî

Serê xwe ji xew rake ey şêremê
Bibîne çilo jin dijîn vê demê?

Bixwe hem bixwîne, bixe dest xwe dar
Li bin destê mêran nemêne hejar

Bi dilşoke carek ne zor û qelen
Bi hev re bijîn win bi şadî û ken

Tu çavên xwe berde yekî xwendevan
Belê tev bide wî bi sal û mehan

Nebêje ji her kes ku zengîntir e
Ku hozan û rêzan bî hê çêtir e

Bilindî, ciwanî hebin pir xweş e
Belam rûmeta wî ne çerm û leş e

Bi destê xwe bigre du sed mûm û find
Li her der binêre, çi şar û çi gund

Yekî peyde ke, lê bizan ey ciwan
Guhê xwe mede bejin û çav û riwan

Dilovan û zana û serbest û mêr
Di rojên şeran de bibî mêreşêr

çiqa jê re dilnerm û rûgeş bibî
Bizane dilê wî bi te xweş dibî

Ji wî pê ve dil med kesî, bûyî jin
Ji her du rexan ve divê hezkirin

Keçanî, jinîtî, ne rengên hev in
Di jînê de çê kin bi hev re tevin

Di jînê de mêr zanibe kanî ye
Tenê zanibe ko te ew aniye

Tu pingavê jîn û tu derya evîn
Belam çare nîn e, divêtin civîn

Kirasek tenik wergire lê bi şev
Tu bişkîne jê re şekir lê bi dev

Tu pê re xwe berde ji heftê du car
Nivîna te jê re nebî kevnewar

Pera jê mexwaze, bere ew bidî
Tu caran ji wî re mebêje gidî

Tu çavên xwe bigre ji kincê biha
Nebêje ji wî re dixwazim niha

Bi wî re mexwaze herî her dever
Ji derve ku hat zû tu rabe ji ber

Bi devken û rûgeş bi ber de here
Eger dil nexweş bî hinik jê gere

Belam jê re şekir ji lêvan birêj
Bi nazî û yarî tu pirsan bibêj

Li ber wî tu rûne li ber dil bide
Tu destê wî bigre hinek tev bide

Wî dilxweş bike lê bi nûz û bi naz
Ji çavan, ji lêvan tu maçek bixwaz

Bi hev re eger win herin carekê
Li çayxanekê yan herin barekê

Li hawîr venêre hela kî heye?
çi bêjî, tu jê re bibêje we ye

Li modan mepirse, tenê paqijî
Tu malê xwedî ke bi bîr û mijî

Tu rûgeş be kengî ku mêvan hebin
Nexwasim, hevalê hevalê te bin?

Ku bêjî çi bîne, werîne sivik
Tu carek mebê na, bi kîn û bi rik

Li malê peyda dibî deyne ber
Bi şadî tu dibî wek şeker

Tu peyvan bikêşe û paşê bibêj
Tu ava riwê şermîkaran merêj

şekir ger dixwazî bibarî ji ken
Bipişkêve rengê gulan lêv û çen

Bi hirhir meken ger bi xwe karibî
Heye ko tu carek jî neçar dibî

Bi mêvan re derkev bi şadî û xweş
Heta ber derî jî tu pê re bimeş

Tu pirsên şirîn, hingivîn jê re bêj
Bi nermî bibêje, ne dûr û dirêj

Li nik hevnişînê xwe êrîş meke
Li dijmin jî qanê xwe tev xîş meke

Tu peyvan mebêje gelek pûç û xav
Bihûne, birêse, meke wek çirav

Tu meşkîne çavan, meke wek tinaz
Bibêje û bersiv ji pêşber bixwaz

Eger karibî tim li wî guh bidêr
Ku gotin ji zîv bin, negotin ji zêr

Bi kurtî bibêje, dirêj guh bidê
Tu pê re here ta biçî ser sedê

Bi Kurdî biçûkan tu hîn bike
Bi nazî tu zarê xwe şêrîn bike

Tu tore bixwîne, bi tore bixwîn
Bere dil tijî bit ji vîn û evîn

Tu têxe dilê xwe mirovperwerî
çi qenc e ku dûrî neqencî herî

Xwe hilke, vemale dema xwarinê
Mexe nêv piyanek ku tev naçinê

Girarê ku têxe piyana mezin
Mehêle ku zarok li ber rabezin

Li ser masê deynê, bike rengê bûk
Li hawîr tu deyne piyanên biçûk

Rast kêr û kevçî, çetel deyne çep
Biçûk çê ke parî bicû xweş di gep

Bi kêr û çetel jê ke goşt lê bixwe
Eger ko mirîşk bî bi destan bixwe

Bixwe lê mijûl be bi bîna fireh
Tu şênî bixwî pê re hê çêtir e

Biçûkan li ser kursiyan deyne tev
Eger ko nikarî bixwî têxe dev

Gelek baş e zarok di gel we bixwin
Ku mêvan hebin çêtir e ku nexwin

Li pey xwarinê fêkîyek ger hebî
Bixwin ko li we ev xweşî zêde bî

Eger ko nebî çayekê çê bikî
Eger bîn fireh bî ku dest pê dikî

Devê xwe bi firçê bişo xwişke can
Bila bê qerêj bin ziman û diran

Bi sabûnê destan bişo pak û rind
Li bajêr bijî yan li kon û li gund

Divê paqijî tim li bîra te bî
Ji bo ko di malê xweşî zêde bî

Xesû, jinbir û jintî û ew hewî
Ji bîra xwe bavêj nema lewlewî

Bi hev re bijîn wek xweh û wek bira
Di malê xwendin hebî ew çira

Tu hîn be hemî tiştê baş ê kevin
Teşî ristin û jendin û hem tevin

Di ber ve hemî tiştê nû çê dibin
Jin û mêr bi hev re gerek hîn bibin

Tu çav bermede destê bav û bira
Li cem xwe meke wek senem tim pera

Eger hatin te bi destê te bî
Ew ê rûmeta te gelek zêde bî

Binêre ji mêşê ku têt hingivîn
Li cem her kesî ew dibî wer şirîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê