A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Jin Hene Jinkok Hene
2047 Xwendin
8 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Jin Hene Jinkok Hene

cihan bûye zivistan
rê û biwar rawestan

berf û baran û bahoz
hawîr bûye terpetoz

çûk nikarin derkevin
teba nema dilivin

rê winda kir çîqê reş
di wê roja pir nexweş

cihan li ber tarî bû
ew nizanî diçî kû

bi bez diçî, dil bi kul
per û terî hemî şil

ji ber serma sibatê
xwe avête ber latê

pir tarî ye, bû dereng
di şikeftek reş û teng

çîqê reşê pir bi rû
xwe avête hindirû

ket hêlîna kevokê
xwe berdaye ser çokê

- kevokê kir qire-qir
pepû, ji ku hatî vir ?

- ba, bahoz tên bi gij-gij
cihan tevde bûye mij

ez hatime mala te
xwe daye ber pala te

ej î wekî te teba
gerek bêjî: merheba

van çend rojan sibat e
tim namênim li ba te

ez ê herim mala xwe
bighêm cem hevala xwe

lê kevokê bi xeyd go:
na heyra, na, de o, to !

îşev raze, sibê zû
here bê ka diçî kû ?

ez bi tenê jina bî
hêlîn teng e, nîne cî

nêr hemî destdirêj in
xelkê siba çi bêjin ?

dost û mirov û neyar
wê bê: bûne dost û yar

ne wek hev in, per û post
em nikarin bibin dost

lê çîq per gihandin per
hinek bala xwe da ser ;

bi evînî jê re got:
heta dil û ciger sot

ejî wek te xwedî per
zivistan e, bê mefer

heçî mê ne, dilovan
ez li te bûme mêvan

ey kevoka cowan per !
kî mêvana dikî der ?

bere bişkî bayê reş
belkî cihan bibî xweş

navêm li cem te razim
xatir ji te dixwazim

ez ê herim mala xwe
herim cem hevala xwe

çawa laşê wê germ bû
dilê wê pêre nerm bû

ez ê bêjim guh bidê
mêvan mêvanê xwedê

lê berê xwe mede min
çawa hebî qels e jin

hinek dûrî min here
berê xwe jî bighere

oh, de çine evên nêr ?
li ser me xwe dikin şêr

heçî mêrin tolazin
li pey jinan dibazin

ev şikefta me wek dêr
ez paqijim weke zêr

gotin çend gotinên tewş
bi herdiwan xweş bû rewş

çîqê reşê bê fedî
ji nû riya xwe tê dî

perên xwe berdane ser
wî kişandin çend keser

go: şêrînî, kevokî
xuyadikî zarokî

ev cihana pir mezin
ne serî û nejî bin

mişte ji evîn û jîn
hebûn çiye, bê evîn ?

jin çiye ko nebî mêr,
ko xerc ne bî çiye zêr ?

rewşa jînê mêr û jin
herdû hevdî dimijin

em ronîya vê jînê
sazin ji bo evînê

mêr û jin ko bighên hev
li dil ronî dibî şev

bihîstine mem û zîn
kîne ferhad û şêrîn ?

eger nasnakî evîn
xec û siyamed bixwîn

ew qas li min mebe leç
bixwîne ka çilo xec ?

dil ji kul û xeman mişt
di evînê wê xwe kuşt

ez memê me û tu zîn
ez ferhad û tu şêrîn

ez siyamed tu jî xec
çi jinbî û çi jî keç

ey kevoka per heşîn
heç î nêrin, ciger-xwîn

mêr çiyakî pir paqij
lê jin li ser bûye mij

ez ne dînim, ne gêjim
bi kurmancî dibêjim :

sergo nadin ser bana
jin guh nadin mêvana,

ev pirtikên xweş û nerm
ku nekşênin hilma germ

çi hêjaye jîna te
ko nekşênim bîna te

siba wê bibî bihar
teba dibin dîn û bar

serxweş dibin ker û gur
bi zûr-zûr û bi zir-zir

bi wan xweş bin dem û çax
hawîr dikin ox û ax

bi wan şêrîn dibî jîn
dilan dadigrî evîn

pey hev kevin jin û mêr
yan jî heçî mê û nêr

tilûr bikin qişte-qişt
laş ji evîn dibî mişt

çiqas paqij bî wek zêr
mê nîne dil nedî nêr

gerek hebî hespê nêr
çavên te jê bibin têr

perên xwe têxin nav hev
çi bi roj û çi bi şev

ji hev bistênin germê
ji xwe bavêjîn şermê

xwe têxî ber dilê wî
birevênî kulê wî

bi we pir xweş bibî jîn
tijî bibin ji evîn

ejî nêrim, tijî mê
serma me kuşt bi germê

emê hevdî kedîkin
çêlîkên xwe xwedî kin

ew kevoka jinebî
zû fireh kir jêre cî

çeng û per lê şikestin
herdû bi hevre mestin

kete nav lingan terî
dibin çavan lê nêrî

pê xweş bûye gelek jîn
dil dagirtî ji evîn

cihan pir pê bûye xweş
xwe siparde çîqê reş

piştî ko roj çû ava
ew bûne bûk û zava

derbas bûn ew demên sar
sibat çû û bû bihar

gul û kulîlk çûne der
cihan bûye kesk û zer

her kes rû geş bi jînê
dilbijokên evînê

teba hawîr digerin
tilûr bilind difirin

candar hemî bi şadî
divên gerdanazadî

çîq û kevok bûne cot
wek destûra xwedê got

geh bi roj û geh bi şev
dane hevdî lêv û dev

ji nişka ve dîn rokê
qolinc hatin kevokê

hêkên wê ku bûne heşt
ji nû li ser wa rûnişt

bi ser wan de bû pisîk
heta ko bûne şêlîk

lê dî ko reşin wek çîq
ji nû kire şîqe-şîq

kire gazi go: hewar !
firi jor u hate xwar

kire qir u şiqe-şiq
xwe avête riwê çiq

çîq serê jêre danî
kevok dîsa çu banî

dîsa bi hêrz hate xwar
reben, ji ber qare-qar

çend êrîş anîne ser
li wê navê xweş bu şer

çîq jêre go: diya min,
çiye kêmasîya min ?

go: ev çiqê reş u pis
te wêran kir li min lîs

ez paqij bûm weke zêr
te ji banî anim jêr

min nav nanibûn ser xwe
de wer rêkê jê derxe

ezê çi bêjim xelkê ?
wê nebêjin: te ji kê

wergirtine ev çêlîk
ne pîroz bî ew kêlik,

ko, tu hatî mala min
xwe avête tala min

bi vi serê tey mezin
ez jitere nabim jin

çîqê qurpiz go: tifî
bê li bextê jina bî

ma kes karî li dinê,
bi zor bazdî ser jinê ?

bi te ez bûbûm şekir
îro dibêjî: siktir !

- ez kevokim per sipî
keç bim yan jî jinebî

ez paqij bûm weke zêr
ez neghame kesê nêr

ji bazî re nego: fîq
çawa bibim jina çîq ?

bixwe ket û kir hewar
çêlîk tev avêtin xwar

ji nû rabûn hêrzên çîq
bi ser de kir şîqe-şîq

êrîş birê bi nikil
lê pir kirin xem û kul

bi xeyd ji kevokê re got:
te hinavê mi tev sot

ey kevoka jinebî !
tilûr çi reş, çi sipî

hemî j i yek bavî ne
meger bej û avî ne

sipî û reş û belek
di jînê de hemî yek

şaşa mela û keşe
yek sipîye, yek reşe

lê herdû jî olperest
xwedî destûr, xwedî rist

mî ya sipî, mî ya qer
weha renge ga û ker ...

şeb sipî ye, reşe misk
berf sipî ye reşin bisk

roj sipî ye reşe şev
reş û sipî weke hev

rengê teba hezarin
bê pîvan û jimarin

kesk û sipî, sor û zer
li jor dibin qozeqer

em tev ji vê axê ne
xwej min çêtir mebên e

kevokê go: çîqê reş
pir çilekî wek keleş

reş û sipî ne wek hev
kengî roj dibî wek şev ?

reşik tev bê ewle ne
li ber destan kole ne

tên kirîn û firotin
weke êzing û rotin

çîq go: na, na, tu şaşî
di vir de pir li paşî ;

reşin hene serbestin
sipî gelek bindestin

lê tev karker û cotar
dibin kolê koledar

mirov hemî weke hev
tevlî candar dibin tev

candar hemî xwarinxwer
hinek hene bîrewer

mirov xwedî zimanin
ji me çêtir dizanin

pêş ve diçin dem bi dem
li paş mane tenê em

kevokê go: bese, bes !
şikeft li min bû qefes

dev ji felsefê berde
te naxwaz im mi berde

çîq go: kevoka sipî
evin weynê jinên bî

reş paxerin, sipî, zêr
niha bûne jin û mêr

eger qanûnek hebê;
divê tu pey min de bê

jin tim darê şikestî
jêre nîne serbestî

go: bi serê tey mezin
ez ji te re nabim jin

jehrê têxim vî dilî
ezê li te kim gilî

herdû firîn çûn ezman
çun dîwana suleyman

çîrok li civatê got
dilê tevan kir bizot

lê wezîrê wî yê kurd
go: ey şah û yezdîgurd !

bere herdû bifirin
emê li wan binerin

ka raste herdû wek hev
raste ro jî weke şev

herdû rabûn xweş firîn
li ezmana xweş gerîn

çîqreş dema hate xwar
xwe avête ber dîwar

lê kevok hat ji ezman
çû ser destê suleyman

wezîr gotê: ezbenî,
ezê bêjim, ne kenî :

herdû ne babetên hev
ro jî nabî wekî şev

çîqê reşê kesnedî
ne wek kevoka kedî

ev kevoka dilovan
tê ser destê suleyman

nej bo reş û sipîtî
ji bo hovî, kedîtî

jêre navê xeberdan
kevok jê hate berdan

çîq gote mîrê cina
guh mede weynê jina .

li nik çîqê teyê reş
çîrokek heye pir xweş;

ferman bike bibêjim,
da zanibî ne gêjim

ne kin û ne dirêje
suleyman go: de bêje

go: xortekî ser bilind
keçek anî wî ji gund

ro çû ava, bûye şev
bûk û zava gihan hev

berî herdû bibin cot
wan ev ji hevdî re got :

jêre da sozek mezin
ez dest nadim jinek din

xwedê çêkir jinik mir
gorna wê li pala gir

mêrik li ser wê girî
lê wê çi bêjin mirî ?

eger salek, eger do ;
xwedê ji cibrîl re go:

rabe here vê şevê
biner ji min çi divê !

cibrîl sivik hate bal
te çi divê ey heval !

ger te divê zîna xwe
bidê nîvê jîna xwe

ezê ji bo te rakim
dilê te û wê şakim

mêrik pêre çû rayê
nîvê jîna xwe dayê

deng bat ji gornistana
cibrîl rabû ezmana

mêrik dicî de bû kal
jinik rabû wek xezal

kalê reben berde çû
lê ew dûrî wî dibû

- pitê, ez mêrê te me
li ser wê soza xwe me

bû tiq-tiqa wê, kenî
go: bes kalê dev genî

ez a gewra çav xezal
çawa bikim evê kal ! ?

kalê reben, bê mefer
wî êrîşek bire ser

li wê navê bû hewar
ji wêde bat yek siwar

lê xortekî gelek rind
bejn û bala wî bilind

dest avête destê wê
avêt ser pişta hespê

siwar jinik bir û çû
kalê, tifek daye rû

cibrîl hate serê gir
weke berê dey lê kir

ha, ka jina te ya baş
xwedê şaşe, yan tu şaş

go: ez kolakî ser reş
xwedê çibkî ewa xweş?

cibrîl gotê: kalê dîn
jîna xwe jê tu bistîn

mêrik dîsa wilo got
dî ko dîsa bûye xort :

ey padîşahê ser text
li cem jina nîne bext

dil bi kul û bi derdim
çawa jina xwe berdim ?

bersiv dayê zû kevok
hin jin hene, hin jinkok

destûr bide kevokê
ejî bêjim çîrokê :

hebû keçek gewr û rind
bûbû çîrok li nav gund

xortek rabû dest bi dest
qelen da û keçik xwest

piştî ko roj çû ava
gihanhev bûk û zava

herdiwa sûnda mezin xwar
ji kesî re nabin yar

li wan demên pir dirêj
derbas bûne bê sergêj

mêrik rojekê bi lez
berê xwe da nava rez

tiving li ser milê wî
tiştek kete dilê wî

ka ez wê bixapênim
da rastiyê bibênim

tebak li wê çolê kuşt
derpê di xwînê de hişt

nava lingan kire xwîn
hate malê dil bi şîn

çawa jina wî ew dî
kire qêrîn, da girî

mêrik kete nav ciya
jinik rûnişt ber piya

go: ka bêje çi bûye,
birîn çiye, li kûye ?

go: min yeke neçê kir
min tebakê xwe jêkir

jina wî ya pir ciwan
jêre wê got: dilovan ,

li ser soza xwe me ez
tu kes naçî li nav rez

jinik kete qomana
weke tavên barana

sed dihat û sed diçûn
çawa çêkim ewlebûn ?

ewlebûnê ku çêkim
divê pozê xwe jêkim

rabû çû odake dî
wê gûzanek li wir dî

pozê xwe wê zû birî
zor da hewar û girî

mêrik sivik rabû, çû
li ser qadê dî kepû

- pitê, min derew dikir
go: te ya xwe bi mi kir

wî pozekî sade zêr
çêkir mane jin û mêr

guh mede vî çîqêreş
çîroka mij te ra xweş

ji civatê re go: mîr,
ev wezîrê mi pir jîr

go: bi serê bavê min
hew tu jêre dibî jin
Helbestên din ên Helbestvanî/ê