A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Ji Ber Derdê Ewan
224 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Ji Ber Derdê Ewan

Kurmanc hemî axa û beg û mîr û melane
Hikmet eve her dem ku belengaz û gedane

Axa û began destê sitem danîye ser wan
Talanker û diz û keleş û bê ser û pane

Şêxan û melan xişt û def û xayet û Enwar
Wek gurzê giran dane milan , şêrê Xudane

Dûzex wekî mertale , bihuşt herwekî şûre
Kurdan ji kul û derdê evan qîr û emane

Her yek bi hezar rengî dixwin vî milletê dîl
Lê ew bi xwe der bircên belek , xan û serane

Zanane li cem her yekî sed xap û du sed fen
Kurmancê reben hov û dewar , dîl û belane

Ma ez ne ji ber derdê ewan bûme Cegerxwîn
Ev derde li nav kurde wekî jane di cane.

*Çavkanî: Pirîsk û Pêtî, rr: 8, tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê