A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Hey Qehreman Milletê Kurd
495 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Hey Qehreman Milletê Kurd

Hey qehreman milletê Kurd şerm e tu razî
Meydan bidî dijmin û li qada te bibazî
Her çar terefan cîgehê teh`qîr û tinaz î
Ger heq tu nexwazî kî ye heqê te bixwazî

Heyf e tu kurê Rustem û Guhderz û Selah î
îro tu di gundê beg û axa de felah î

şerm û esef e, ger tu bi zarê xwe nexwênî
Raborî û şopa xwe li tarîxê nebênî
Bê qîmet û teqdîr çi ji dijmin re biçênî
Ta kengî her û her bi vî rengî tu bimênî

Heyf e tu kurê Rustem û Guhderz û Selah î
îro tu di gundê beg û axa de felah î

Deh sal e li ser hev hemî diljar û biêş in
Sed Xanî û Hacî û Hejar wane li pêş in
Yekser weku Bêkes ku meraqa te dikêşin
Dora xwe nexwazin kî dizanî ku li êş in

Heyf e tu kurê Rustem û Guhderz û Selah î
îro tu di gundê beg û axa de felah î

Destên xwe bidin hev, bikişin şax û diyara
Qêrîn bikin pişta xwe bidin lat û zinara
Lek lek bikevin Serhed û sînor û kenara
Lerzîn bikevî nêv dilê xwînxwar û neyara

Heyf e tu kurê Rustem û Guhderz û Selah î
îro tu di gundê beg û axa de felah î

şerm e ji me re her wehe em dijminê hev bin
Bindestê neyar her wehe bê gotin û dev bin
Ta kengê wisa girtî û bin tarî û şev bin
Ta kengê şikestî û di nêv leşkerê rev bin

şerm e tu kurê Rustem û Guhderz û Selah î
îro tu di gundê beg û axa de felah î

Roja şerê Hettîn û Kerek xoş me tu dîtî
Tarîx ji me re dayiye zanîn tu egît î
Bermayê Med û Sobar û kurê Nayrî û Sîtî
îro tu metirs hemdem û hemxakê Sovît î

şerm e tu kurê Rustem û Guhderz û Selah î
îro tu di gundê beg û axa de felah î

Hêrzan bide destan tu li ser hev veweşîne
Qeydan bişikîne weku bendan biqetîne
Ev dêwê sipî dijmin e, mêrane derîne
Wek Rustemê qellaş bi xwe heyfa xwe hilîne

şerm e tu kurê Rustem û Guhderz û Selah î
îro tu di gundê beg û axa de felah î

Navdar e welatê te hemî merkezê ceng e
Her kes bi me zanî bi xwe Kurd şêr û piling e
Hawîr xwe temaşa ke binêr gazî û deng e
Hey, hey qehreman milletê Kurd rabe dereng e

şerm e tu kurê Rustem û Guhderz û Selah î
îro tu di gundê beg û axa de felah î
Helbestên din ên Helbestvanî/ê