A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Hetta Kengî Di Xewda Bî
412 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Hetta Kengî Di Xewda Bî

Bese millet li te şerme
Hetta kengî di xewda bî? !

Dibin destên neyaran de
Hejar û dîl û kola bî?

Bihar va tê çiya xweş bûn
Weke şêran herin şer em

çima wer jar û xemgîn bî
Hetta kengî tu ranabî! ?

Binêrin win li Engola
Weke şêran ketin çola

Serê te hişk wekî pola
Di bin destê neyara bî?

Serî hildî, tu gernasî
Eger rabî tu mêrxasî

Gelo raste divê bimrî?
Di nav dijminde winda bî?

Ji dijmin re dibî rencber
Bi paş de mayî bê rêber

Ji bo dijmin dibî şevger
Bese îdî weha nabî! ?

Were carek ji xew rabe!
Weke gernas û şêra be!

Xwe pêkbêne bi hevra be!
Divêm hişyar û zanabî

Bese win rê bidin zana
Bidin pêzan û hozana

Ji bo çi wer li pey şopa
Beg û şeyxa û axa bî?

çi ol û êl û malbatin
Evên dî qey hemî tatin! ?

Hemî yek dar û yek katin
Bibin yek da, ku dil şabî

Bi: tang û top û lek millet
Tu gavan pêş de bavêjî!

Hetta kengî li benda van
Niviştê: şeyx û seyda bî! ?

Tu guhmed van beg û axa
Xwe rapêçê li ser şaxa

Ji dijmin bigre van baxa
Tu dê serdar û paşa bî!

Cegerxwîn im dixwazim ko
Ji bo te rast bibêjim ez

Tu guhdêre li dengê min
Neko saza li ber ga bî? .
Helbestên din ên Helbestvanî/ê