A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Hawar Hewar
484 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Hawar Hewar

Hawar hewar
Hawar hewar!
Van dijminan
Qada me xwar

Hawar dikim
Gernas û mêr
Kurdên di şer
Di rengê şêr
Êrîş bikin
Tev wek piling
Ji nav xwe derxin
Wan bi ceng.

Hawar hewar
Hawar hewar!
Van çûçikan
Genmê me xwar.

Talan birin
Wan dexl û pez
çeper çirandin
Ketne rez.

Hawar hewar
Hawar hewar!
Van dijminan
Qada me xwar

Hawar dikim
Ranabî kes
şêx û mela
û pîr û qes
Bi xaç û xişt
û mizgevt û dêr
Em xistine
Tora neyêr.

Hawar hewar
Hawar hewar!
Van çûçikan
Dexlê me xwar.

Sed camî û
Dêr û kenişt
Naqos û bang
û tîr û xişt
Sed lek ji
Tîpên Lemterew
Bikêr me nayên
Tev derew.

Hawar hewar
Hawar hewar!
Van dijminan
Qada me xwar.

Bi dest tifing
Em herne şer
Bişkî neyar
Em bidne ser.

Hawar hewar
Hawar hewar!
Van qumbilan
Genmê me xwar.

şerm e, kurê
Mîtan û Lor
Qada me bigrîn
Ew bi zor
Navdar e ko
Gernas e Kurd
îro çima
Mayîn Zîgurd?

Hawar hewar
Hawar hewar!
Van dijminan
Qada me xwar.

Hawar dikim
Gund û eşîr
Bajarî û
Mîr û gîzîr
Dijmin ne xur-
Te herne wa
Êrîş bikin
Sêncê ewa.

Hawar hewar
Hawar hewar!
Van dijminan
Qada ne xwar.

Dijmin bi zor
û serbilind
Ji ber me girtin
şar û gund
Ne nan heye
Ne war ne cî
Namûs nema
Apê Hecî!

Hawar hewar
Hawar hewar!
Van dijminan
Qada me xwar.

Em tevde rabin
Mil bi mil
Êrîş bikin
Dijmin ji dil
Destan bi pakî
Bidne hev
Welat bihêlin
Bo xwe tev.

Hawar hewar
Hawar hewar!
Van dijminan
Qada me xwar.

Em tev bira
Ol ya Xwedê
Cotê xwe
Bighê ser sedê
Em bidne pêy
Gernas û mêr
Tev herne dijmin
Rengê şêr.

Hawar hewar
Hawar hewar!
Van dijminan
Qada me xwar.

Em pêk ve wek
şêr û piling
Li ser çiyan
Em bidne deng
Xweş bidne ser
Pişta neyar
Bişkî û bimrî
Koladar!

Hawar hewar
Hawar hewar!
Van çûçikan
Genmê me xwar.

Seyda ceger
Tev bûye xwîn
Dîsa li min
Derbûn birîn
Bişkî timî
Sermayedar
Dilxweş bijîn
Em payedar

Hawar hewar
Hawar hewar!
Van dijminan
Qada me xwar.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê