A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Gulî Şengê
680 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Gulî Şengê

Bejin şoxê, gulî şengê
Li ser sêngê dikin cengê
Sipî-zendê, wekî pengê
Diran zêr û birincîne

Bi lêv û dev kelacoye
Kevan ebrû perî roye
şirîn gotin, piling xoye
Memik sêv û tirincîne

çi cadûne du çavên reş?
çi reng rone du dêmên geş?
Dema ko tê bi lenc û meş
Birû reşxwar û zencîne

Serên tilyên piyan sore
Di lingande nehin gore
Bi rist gotin, bi ken tore
Ji zêr gerden çi gencîne?

Hemî zêr û belexşanin
Bi rastin ew, zerefşanin
Wekî neqşê derevşanin
Ji Hindê tên, firincîne

Dur û zencîr û pişkojin
Ji wan sed wek me dilsojin
Diîsin tev wekî rojin
Bi sawin ew, çi gurcîne?

Sipî dêmin bi xalin tim
Du lêvên sor peyalin tim
Ji ber wan em dinalin tim
Bi sawin ew, çi gurcîne?

Dema min dît ji bircê tê
Shirîn û rind û gurcê tê
Wekî lalê di durcê tê
Bi lar û naz û lencîne

Shekerr lêvê giha ba min
Shirîn û naz û rinda min
Ji lêvan şerbetek da min
Dev û lêv sorê, xuncîne

Ji ber wê şerbeta camê
Ji şewqa wê qed û qamê
Veda dil şewq û ilhamê
Ji wan zulfên di mencîne

Li ser enyê zulif çînçîn
Li min can û ceger kir xwîn
Bi çavan daye min mizgîn
Metirse! ev ji qencîne
Helbestên din ên Helbestvanî/ê