A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Gotina Welat
477 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Gotina Welat

Welatê min digote min: Birazî
Li nezmê guh bidêre ger dixwazî

Cegerxwîn î, kurrê min tu ji derdan
Selavan zû ji min bighîne Kurdan

Bibêje ez keçek bûm, ta ku bûm, pîr
Nedî min xwe wekî vê salê êsîr

Serê min bû sipî, pûş û pelax e
Li jêrê min çu nîn e xeyrî ax e

Ji çavên min diçin sed av û sed co
Ji min îdî dikin gazinde zaro

Xerab bûne ji min sed xan û qûnax
Nemaye bo perîşanan du-sê max

Nikarin bêne cem min yek du rêwî
Di bin desta de mane tev de sêwî

Kurên min pir ji xuşkên xo re pak in
Belê pirsê li dapîra xwe nakin

Cizîr û şehrezor û Gor û Loran
Hemî qîzê min in pîrê bi qurban

Ciwan in surperî ne serbilind in
Gelek naz û delal û gewr û rind in

Biçûk in pirr şepal in berzewac in
Gelek pak in welakin bê rewac in

Ji te hêvî dikim ey xortê Kurd î
Tu van xuşkên ciwan, hêja neberdî

Ji her sêkan tu kîjanê dixwazî
Tu nas nakî ji bil navê mecazî

Qelen, yektî û xwîn û xwendega ye
Tu kîjanê bibî bo te seza ye

Ne pir maye kurê min ey Cegerxwîn
Hûn ê serbest bibin mizgîn û mizgîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê