A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Giryan Im Bes e
407 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Giryan Im Bes e

Em ji xew rabûn welat im ez bi qurban im bes e.
Tev de rabûn Rojhilat im sebr û saman im bes e.
Umrê min çû tev di vê rê, roj û şev nal û girî,
Das û çakûç wa me hildan, qîr û giryan im bes e

Ev dema serbestî ye, bindestî îdî çû nema,
şad û dilxweş û bilind bim, heps û zindan im bes e.
Em hemî dost û bira bin da bibî bax û bihişt,
Min ji nav baxê cîhanê, bax û bustan im bes e.

(Sewra Azadî, Dîwana 2a, 1954)
Helbestên din ên Helbestvanî/ê