A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Ez Nexweş Im Îro
506 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Ez Nexweş Im Îro

Ey zarokên berdîwar
E sêwîyên berzinar
Ey jinbîyên kor bûn ji şer
Wey dayikên sor bûne ser

Ey gernasên birîndara!
Li ber lata ber zinar!
Bê dektor û bê derman in
Ma Kurd bi vî derdî zanin

Dijmin hov e pir dijwar e
Bê ol û dîn, dîn û har e
Bi dilhişkî ew têne ser we
Dozên giran ew tavên ber we:

1.Ji dijmin ra bibin kola
Yan jî bimrin li van çolan

2.çekên xwe deynin ber neyar
Yan bêne we ew dîn û har

3.Bindestê bêolan kevin
Yan jê bi van çolan kevin

4.Win kar bikin lê ew bixwin
Yan jî wê ew tim li wexin

5.Em bidne salyan û bêş
Yan jî bibênin renc û êş

Zor setem hê jî kêm e
Lê zanibin tarîx dem e

Rojek me jî wê bê heval
Ma wek hev in tim mah û sal
Ê tim divê em bibne yek
Tev bêne meydan dest bi çek

Zû derkevin şax û çiya
Li bin kevir şîn tê giya
Rojek heye bişkî qeşem
Êrîş bikin Tirk û Ecem

Destan bidin dest karkera
Da tev bijîn rengê bira
Tev Kurd û Tirk û Farisî
Yên pêşverû, yên Markisî

Bibne heval dost û yar
Pêk ve bikin cenga neyar
Partî û bendên Kurd hemî
Destan bidin hev timî

Pêk ve herin cenga felat
Ji dest dizan derxin welat
Dostaniya Karter mekin
Hevaltiya karker bikin

Divêt ku şer tim sar nebî
Ta ku neyar binbar nebî
Em şer çi qas dirêj bikin
Ew qasî dijmin gêj dikin

Bîna fireh, tim ez benî
Hersim dikî dims û benî
çi qas ku em şer gur bikin
Dost û hevalan pir dikin

Ma kî dibî dostê reben
Tim çav li rê ne dar û ben
Gava ku mêr zana bin
şêrîn li nik bêgane bin

Lê tim divê em bibne yek
Xweş bêne meydan em bi çek
şovîniyan bigrin bi bidest
Ew ser di ber de jar û mest

Ha vê demê, ha wê demê
Wan kengî bidne mehkemê
Milet li wan ferman bikî
Derdê xwe ew derman bikî

Rast e ku şer dirêj bikin
Sofî Xumênî gêj bikin
Dûr xin tim ji xwe ez-ezî
Rabin nebêjin em xwezî

Xwezka çi ye, gaz-gaz û lav
Pêş de herin em gav bi gav

çil sal e ev doza me lê
Lê kî heye bêjî belê

Pir bûne bend hevrikî
Ma kes bi ya kesî dî dikî
Dîwan û rist pir çê kirin
Bahozê lê da tev birin

Ji bo me Kurdan dar divê
Yan zêr yan hefsar divê
Bûme Cegerxwîn hê ji mêj
Paqij nekir min ev qirêj.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê